Hevseroka DBP'a Amedê hat berdan 2021-09-06 13:47:56   AMED - Hevseroka DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez, piştî 5 mehan hat berdan.    Danişîna ewil a doza Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez a di 5’ê nîsanê de bi 26 jinan re hatibû binçavkirin û di 12’ê nîsanê de hatibû girtin, ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Gulmez bi rêya SEGBÎS’ê ji Girtîgehan Amedê ya Jinan tevlî danişînê bû. Parêzerên Gulmezê jî li danişînê amade bûn.    Gulmez, îdiayên derbarê xwe de red kirin û destnîşan kir ku xebatên ku bi rê ve birine di çarçoveya xebatên partiyê de ne. Parêzer Bûrhan Artan jî diyar kir ku çalakiyên ku muwekîla wê beşdar bûne hem di çarçoveya azadiya fikir û ramanê ne û xwest ku dema girtina miwekîla wî li ber çavan were girtin û muwekîla wî were berdan.    Dadgehê, dema girtina Gulmez li ber çavan girt û biryara berdana wê da. Dadgehê, danişîn taloqî 6’ê kanûnê kir.