Dadgehê doza Mehmet Sîncar taloqî meha sibatê kir 2021-09-06 14:00:48 AMED - Di doza kuştina Mehmet Sincar de, dadgehê daxwaza girtina bersûc Cihan Yildiz red kir û dozê taloqî 14’ê sibata 2022’yan kir.   Rûniştina sêyemîn a doza endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz ku di doza kuştina Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar de di 4'ê îlona 1993'yan de li Êlihê hatibû kuştin, yekane bersûcê negirtî ye, li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Bersûc Yildiz beşdarî danişînê nebû, parêzerê wî amade bû.    Gelek parêzerên ku malbata Sîncar temsîl dikin beşdarî danişînê bûn. Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Pero Dundar, Feleknas Ûca û Semra Guzel, Hevserokê HDP'a Amedê Zeyyat Ceylan û nûnerên gelek rêxistinên sivîl dozê şopandin.    DOZGER DEMA ZÊDE XWEST    Li şûna şandeya dadgehê ku bi destûr bû, şandeyek cuda û dozgerek din li danişînê mêze kirin. Şandeya dadgehê ya demkî daxwaz kir ku dema wan teng e û xwest têkildarî demborînê parastin were kirin. Heyetê diyar kir ku ger ji parêznameyên berê daxuyaniyên cuda hebin, ew dixwazin li wan guhdar bikin. Dozger diyar kir ku ew demkî li dosyeyê mêze dike û wî nikaribûye dosyeyê lêkolîn bike. Dozger ji bo lêkolîna dosyayê dem xwest.    Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar di danişînê de axivî da zanîn ew ji ber ku komîteyek dadgehê ya rastîn tune ye, ew ê tiştekî diyar nekin û ew ê di danişîna biryarê de îfadeyên xwe rave ragihîne.    EREN: GIRTEK NÎNE    Yek ji parêzerên malbata Sîncar, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren bal kişand ser guherîna şandeya dadgehê û destnîşan kir ku dosye ji bo mutalayê 6-7 meh berê hatiye tebxlîxkirin. Eren got: "Heta girteka ku dosya ji dozgeriyê re hatiye şandin jî nîne. Hîn jî raporek nîne ku dosya ji dozgeriyê re hatiye şandin. Em nizanin gelo dozger ka mutalayê amade kiriye an na. Em nizanin gelo dosye ka ji bo mutalayê jî hatiye şandin an na.”    Eren da zanîn ku şande ji bo dosyeyê nû hatiye wezîfedarkirin û dosye bi demborînê re rûbirû ye û got: “Divê ji bo dosyeyê demek beriya demekê biryar were dayîn. Em dixwazin ku edalet bê cih. Sedem tune ku mafê Cihan Yildiz ji bo darizandinek adil hatiye binpêkirin. Ji bo darizandina wî ya ji nû ve çi hêcet hat peşkirin, ev di dosyeya dozê de nîne. Doza dosyeyê di dadgeha leşkerî de jî nehat dîtin. Lê belê hat gotin ‘Ev li dadgeha leşkerî qewimî ye’ û behaneyek ku mîna binpêkirina maf qewimî be hat nîşandan. Lê darizandin leşkerî nehat kirin.”    Eren xwest ku dema tijebûna demborînê li ber çavan were girtin û dîroka danişînek din di dîrokek nêz de were were danîn.    TENÊ TETIKKÊŞ TÊ DARIZANDINÊ    Parêzer Buşra Kaya jî diyar kir ku tevî ku 7-8 sal in darizandin didome û hukmek teqez jî nîne tenê yek tetikkêşek tê darizandin û kî li pişt cînayetê ye û kujeran dernexistine holê. Kaya got kuştina Sîncar di serdema ku Mehmet Agar Midurê Giştî yê Polîsan bû pêk hat û ne mimkin e bêjin ku tu eleqeya Agar bi vê kuştinê re nîne.    XWEST TETIKKÊŞ WERE GIRTIN    Parêzer Serhat Eren jî destnîşan kir ku Meclîsê di kuştina Sîncar de îradeyek daneniye holê û xwest ku ku dadgeh derbarê Cîhan Yildiz de biryara girtinê bide.    ÎDIAYA ‘DI BIN ÎŞKENCEYÊ DE ÎFADE DAYE’    Parêzerê bersûc jî îdai kir ku kesên derbarê miwekîlê wî de îfade dane di bin îşkenceyê de îfade dane û tu demê îkrar û îtîrafek miwekîlê wî di vî warî de çênebûye.    DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR    Şandeya dadgehê derbarê daxwaza ku giliyê Mehmet Agar û rayedarên wê serdemê de were kirin hukum ava nekir û daxwaza girtina bersûc Yildiz red kir.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN     Şandeya dadgehê danişîna dozê ku wê di 4’ê îlona 2023’yan de bi demborînê re rûbirû bimîne taloqî 14’ê sibata 2022’yan kir.