Polîsê Mîraç qetil kir, hat berdan 2021-09-06 14:15:53   ŞIRNEX - Polîsê ajokarê wesayîta zirxî yê li zarokê 7 salî Mîraç Mîraglû xist û qetil kir, piştî îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.    Li taxa Tûrgût Ozal a nvçeya Hezexê ya Şirnexê, di êvara 3’yê Îlona 2021’an de, wesayîta zirxî li zarokê 7 salî Mîraç Mîroglû yê bîsiklêt dajot xist û qetil kir. Îfadeya polîsê ajokar piştî bi rojan, nû hat girtn.    Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Hezexê, bi hinceta “qezaya trafîqê ya kujer” derbarê bûyerê de lêpirsîn daye dest pê kirin. Polîsê ajokar ê piştî qetilkirina Mîraglû nehat binçavkirin, 3 roj şûnde nû îro îfadeya wî hat girtin. Polîsê ajokar ê anîn edliyê, piştî ku îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.    Dozger ku îfadeya polîs girt, hîna îfadeya malbata Mîraç ne girtiyen.  Lê bendêye ku di rojên pêş de îfadeya malbatê were girtin.