Malbata Mîroglu teklîfa ‘alîkariya’ qeymeqam red kir 2021-09-06 16:54:46 ŞIRNEX - Qeymeqam û qeyûmê Hezexê yê ku duh li malbata Mîroglu geriya teklîfa temînkirina xurek û mesrefên şînê li malbatê kir, lê malbatê daxwaza wî red kir.    Di 3'yê îlonê de li taxa Turgut Ozal ya navçeya Hezexê ya Şirnexê, polîs maşineya zirxî li Mîraç Mîroglu yê 7 salî qelibandibû û ew kuştibû. Duh qeymeqam û qeyûmê navçeya Hezexê Refîk Ozsoy, li malbata Mîroglu geriya û teklîfa ku xurek û mesrefên şînê temîn bike kir. Lê malbatê ev daxwaziya qeyûm red kir û got: "Pêdiviya me bi alîkariya we nîne. Em dikarin mesrefên şîna kurê xwe dabîn bidin. Em daxwaza wan qebûl nakin.”