Mirina Mîraç encama nêzikbûna 'Kurdê herî baş kurdê mirî ye' 2021-09-07 09:00:28 WAN - Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî, diyar kir ku mirinên li bajarên kurdan maşîneyên zirxî ku dibin sedema wan "ne qezayên trafîkê" sûcên "bi qestî" ne û got: "Nêzikbûna li hember kurdan ne tiştekî veşarî ye. Tê zanîn ku nêzikbûna 'kurdê herî baş kurdê mirî ye' berbelav e." Di 3'ê îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê, maşîneyeke zirxî li zarokê bi navê Mîhraç Mîroglû yê 7 salî qelibû û ew kuşt. Bi kuştina Mîroglû re kuştinên bi heman rengî yên bi maşîneyên zirxî hatin rojevê. Li gorî daneyan, di navbera salên 2008-2021'an de li bajarên herêmê ji ber maşîneyên zirxî herî kêm 20 jê zarok bi giştî 40 kesan jiyana xwe ji dest daye.  Parêzer Abdulbasît Bîldîrîcî ku bi salan di Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Komeleya Piştevaniya ji bo Mezlûman (MAZLÛMDER) de rêveberî kiriye, pêkanîn li bajarên herêmê ku gel hedef digirin nirxand.      QEZAYÊN MAŞÎNEYÊN ZIRXÎ NE QEZA NE!   Bîldîrîcî, da zanîn ku qezayên bi maşîneyên zirxî yên bajarên kurdan nikarin weke qeza bên nirxandin û wiha got: "Di destpêka salên 2000'î de weke parastvanên mafên mirovan me daxwaz kir ku navendên leşkerî ji navendên bajaran bên derxistin. Ev navend ji serdema Ataturk û Înonu ve bi awayekî zanebûn li navendên bajaran hatine avakirin. Li navenda her navçe û bajarî herî kêm navendek û du navendên leşkerî hene. Lewre rejîma nû bi hêza leşkerî dihat avakirin. Hebûna leşkeran a li navenda bajaran li ser gel otorîteyek çêdikir."   PÊKANÎNA TAYBET A LI BAJARÊN KURDAN   Di berdewamê de Bîldîrîcî, da zanîn ku rexmî ku demekê AKP'ê li ser navê demokrasiyê sozê derxistina derveyî bajaran ên hemû navendên leşkerî daye jî vê pêk naniye û ev tişt anîn ziman: "Bi vê re wê him maşîneyên zirî kêm li nav bajaran bigeriyana hem jî wê hebûna leşkeran a nav bajaran kêm bûbûya.  Armanca vê pêkanînê ew bû ku mîna welatên rojavayî ku demokrasî li wan pêş e hêza leşkerî tenê parastina sînoran bike û ewlehiya navxweyî bi polisan pêk bê. Dema mirov lê dinêre dibîne ku ev pêkanîn li rojava bi ser ketiye lê li bajarên kurdan mixabin mirov nikare bibêje ev bi serketiye. Belim avahiyên leşkerî derketibin lê polis û maşîneyên zirxî ji berê bêtir digerin.    SEDEMA YEKEMÎN BÊCEZAHIŞTIN E   Derbarê qetilkirina Mîraç Mîroglû de jî Bîldîrîcî, mirinên bi heman rengî pêk hatibûn bi bîr xist û ev tişt gotin: "Bi taybetî piştî sala 2016'an di leşkeriyê de qadrobûn pêk hat û kesên nêzî partiyên nîjadperest hatin hilbijartin. Zextên van kesan ên li dijî kurdan ne tiştekî veşarî ye. Tê zanîn ku nêzikbûna "kurdî herî baş kurdê mirî ye" berbelav e. Divê mirov hinek jî bi van çavan li maşîneyên zirxî yên polis û leşkeran binêre. Lê tenê sedem ne ev e. Sedemeke din ku van bûyeran hêsantir dike bêcezahiştin e. Heke mirov bêcezahiştin û nêzikbûna nîjadperest bide berhev mirov karibe bibeje ku tiştên ku pêk sûcên "bi qestî" ne. Lewre aliyekî siyasî ya van bûyerên li bajarê herêmê jî heye."   PÊŞNIYARÊN ÇARESERIYÊ   Ji bo pêşîgirtina van bûyerên bi rengî Bîldîrîcî, ev çareseriya bi du ast pêşniyar kir: "Asta yekemî; serweriya hiqûqê ya li her qadê û avabûna serxwebûna tam a darazê. Ji bo vê divê li şûna polîtîkayên ewlehiyê polîtîkayên aştiyê bikevin meriyetê. Hêvîkirina vê ya ji hikûmeta ku 20 sal e welat bi rê ve dibe ne pêkan e. Asta duyemîn jî; qebûlkirina pirsgirêka kurd a pirsgirêka hiqûqê û çareserkirina wê ya siyasî ye."   MA / Dîndar Karataş