Bavê Mîraç Mîroglu: Kurê min çû bila yê kesekê din neçe 2021-09-07 09:00:34 ŞIRNEX - Bavê Mîraç Mîroglu yê 7 salî ku li navçeya Hezexê wesayîta zirxî lê qelibî û wî kuşt axivî û wiha got: "Polîsê ku maşîneyê li Mîraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûme, lawik li min qelibî ye'. Zarok ne wesayîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe."  Di 3'ê Îlonê de li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî li zarokê bi navê Mîraç Mîroglû yê 7 salî qelibî û wî di cih de kuşt. Bertekên malbata Mîroglû yên li dijî kuştina kurê wan didomin. Piştî dayika wî bavê Mîroglû Salîh Mîroglu jî derbarê kuştina kurê xwe û geşedanên herî dawî de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.    'BI DÛÇERXEYÊ HETA DIKANÊ ÇÛBÛ'   Bavê Mîoglû Salîh Mîroglû, diyar kir ku maşineyên zirxî 24 seatan bi awayekî lez û bez li taxan digerin û wiha got: "Tişta ku min bihistî maşineya zirxî gelek bi lez derbas bûye. Mîraç nû ketibû 7 saliya xwe. Bi dûçerxeyê heta dikanê çûbû. Ajokarê polîs ku wesayîta zirxî diajot, dibêje, 'min hêdî ajotiye'.  Lê ne wisa ye ew ji 180'ê kêmtir ne hatiye. Divê mirovên xwedî hiş maşineyên zirxî  bi kar bînin. Ev wesayît 24 saetan li taxê digerin. Ev wesayît bi lez diçin. Ew rê ne rêya maşineyên zirxî ye. Zarokê min çû, bila zarokê kesekî din neçe. Tişta ku em ji rayedaran dixwazin ev e."   WALÎ POLÎS PARAST   Mîroglû, da zanîn ku Waliyê Şirnexê di hevdîtina xwe ya bi wan re de hewl daye ku polis weke bêsuc nîşan bide û axaftina xwe wiha domand: "Walî ji min re got, 'dîmenê erebeyê li gel me hene û em dibînin ku erebe hêdî diçe. Heke wesayît hêdî hêdî biçûya, dê şimika zarokê min nefiriya ser banê. Zarok 11 metreyan hatiye kaşkirin. Bisqlêt bûye 4 perçe. Heke ku lawik ji aliyekî ve biketa, ew ê li erdê biketa. Heger bi gotina wan be şimikên Mîraç heta banê nedifiriyan û bisiqlêt jî nedibû 4 perçe. Ev wesayît di bin 180'yî de lez nekiriye. Ez bi xwe bi çavên xwe dibînim, her roj dibînim ku wesayîtên zirxî çawa ji taxê derbas dibin. Mesela, em rojê 3-4 caran eywana malê dişon. Ji ber ku yekser dibe toz. Bila êdî hêdî biçin. Di her rojê de herî kêm 50'î carî tên û diçin. Ji bilî rojê. Ew heya nîvê şevê digerin. Di taxê de çi digerin? Wekî din, wesayîta ku li Miraç xist, diçû qereqolê. Mirov bibêje ku bûyerek heye ji ber wê lez kiriye tişteke wisa jî tune ye. Qereqola polîsan li taxê ye. Li derdorê zarok hene, kal û pîr hene. Jiyana wan di xeterê de ye."    ÎFADEYÊ POLÎS: ZAROK LI MIN QELIBÎ   Mîroglû, destnîşan kir ku îfadeyê polîs piştî 3 rojan hatiye girtin û ev titş got: "Li gorî tişta ku me bihistî îfadeyê polîs hatiye girtin. Polîsê ku Miraç xistiye gotiye, 'ez hêdî çûm, lawik li min qelibî'. Zarok ne wesaîta zirxî ye ku karibe li erebeya zirxî biqelibe. Ew dibêje, 'ez hêdî hêdî çûm, min dît ku wesayît lerizîye'. Ger wesayîtek zirxî lêxe, tenê ew wesayît dikare were hejandin. Ew wesayît  ne kêmî 10-15 tonî ye. Zarokê 7 salî çawa dikare wesayîta zirxî bihejîne?"   'KURÊ MIN ÇÛ BILA YÊ KESEKE DIN NEÇE'    Bav Mîroglû, daxwaz kir ku kesên ku bûne sedema mirina kurê wî bi lez û bez bên girtin û ev tişt anîn ziman: "Tişta  ku ez dibêjim ew kesê ku bûye sedemê mirina kurê min divê were girtin. Bila ew were cezakirin. Ji ber ku ger neyê cezakirin, sibê dê xirabtir bibe. Gelek kes bi vî awayî diçin. Li vir gel xwe ji van wesayîtan diparêze. Kesên ku wesayîtên zirxî diajon li derdora xwe mêze nakin. Dema ku wesayît tê, ger zarokek li ser bisiqlêtê be an jî bimeşe divê raweste. Ew ji bo ewlehiya gel li vir in, lê ew zêdetir zirarê didin gel. Rayedaran gotin ku heta ji destê wan were ew ê bikin, lê daxuyaniya ku polîsan daye derew e. Ez dixwazim ev kes were cezakirin. Divê ew were cezakirin da ku kesek din neke. Ger kesek neyê cezakirin kesek din dê van maşineyan leztir bi kar bînin. Kurê min çû, bila yê kesekê din neçe."    MA / Zeynep Dûrgût