Emîne Şenyaşar: Ev zilm wê heta kengê bidome? 2021-09-07 12:53:22   RIHA - Emîne Şenyaşar a ku 183 roj in “Nobeta Edaletê” digire diyar kir ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne û got: "Ev zilm wê heta kengê bidome?"   Malbata Şenyaşar (Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît) ji 9’ê adarê ve li ber Edliyeya Rihayê bi daxwaza “edaletê” nobetê digirin. Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbatê di roja 183’yemîn de li ber edliyê berdewam dike. Malbat vê sibehê jî ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê derketin rê û piştî rêya 48 kîlometre gihîştin cihê çalakiya xwe û li “quncê nobeta edaletê ya Malbata Şenyaşar” rûniştin û dest bi çalakiyê kirin.    'ÊDÎ ÇAVÊN MIN NABÎNIN’    Emîne Şenyaşar diyar kir ku nobeta wan a li ber edliyeyê 6 meh li pey xwe hişt û wiha got: “Ez tenê edaletê dixwazim. Ev edaletek çawa ye? Kurê min 3 sal û 3 meh in di hucreya yek kesî de tê girtin. Ez daxwaza berdana kurê xwe dikim. Berpirsyarên vê komkujiyê serbest digerin. Ev dewletek çawa ye? Xwestin hemû ferdên malbata min bikujin. Ev ji aliyê parlamenter ve hat kirin.”    Şeynaşar destnîşan kir ku pirsgirêkên wê yên tenduristiyê zêde bûne û wiha got: "Êdî çavên min nabînin, dilê min teng dibe. Divê ez lingê xwe emeliyat bikim. Lê belê, heta ku kurê min neyê berdan, ez ê tu dermankirinê qebûl nekim. Ma wijdanê rêveberan tune ye? Li vê dinyayê jî û li wê dinyayê jî wê destê min di qirika wan de be. Ev zilmek çawa ye? Ev zilm wê heta kengê bidome? Ez dixwazim berî ku ez bimirim kurê xwe li gel xwe bibînim. Li tu deveran qetlîamek wiha nehatiye kirin. Ew dîmenên komkujiyê li nexweşxaneyê vedişêrin. 6 meh e ku ez li vir nobetê digirim, heta ku kurê min azad nebe ez naçim li malê rûnanim.”    ‘WÊ HER KES HESAB BIDE’   Li ser hesabê medya sanal ê malbatê jî ev parvekirin hat kirin: “Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujî heye. Ev 3 sal in hûn bi bahaneyên pûç me asteng dikin. Her kesê ku komkujî kiriye û kujer parastine dê ji vê yekê hesab bide.”