Serdozger dîmenên komkujiya Konyayê neda parêzer! 2021-09-07 16:14:18   KONYA - Serdozgerê ku lêpirsîna qetilkirina 7 ferdên malbata Dedeogullari bi rê ve dibe, dîmenên komkujiyê û nivîsandinên WhatsAppê neda parêzerê malbatê.    Li navçeya Meramê ya Konyayê di 30’ê Tîrmehê de 7 ferdên malbata Dedeogullari di encama êrişek nijdadperest de hatibûn kuştin. Serdozgerê Komarê yê Konyayê ku lêpirsîna têkildarî komkujiyê bi rê ve dibe, dîmenên aydî roja komkujiyê û nivîsandinên WhatsAppê neda parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut. Di çarçoveya lêpirsîna komkujiyê de ji malbatên Keleş û Altûn ên êrişa nijadperest pêk anîni 10 kes û kujer Mehmet Altûn hatibûn girtin. Dîmenên komkujiyê ji aliyê kameraya ewlehiyê ya malbata Dedeogullari bi xaniyê xwe ve danîbûn hatibûn girtin. Her wiha derketibû holê ku malbata Altûn û Keleş beriya komkujiyê grûbek WhatsAppê ava kirine.    Serdozger ji bo dîmen û nivîsandinên WhatsAppê bide parêzer ji Wezareta Dadê destûr xwest. Tevî vê yekê jî serdozger dîmen û nivîsan neda parêzer.