ROJEVA 8'Ê ÎLONA 2021'AN 2021-09-08 09:00:38 * Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dîlsîz, diyar kir ku polisê bûye sedema mirina Mîraç Mîroglû weke ku qet tiştekî  nebûbe peywira xwe didomîne û got ku wê weke baro mudaxîlê dozê bibin û derbarê bûyerê de bi komisyona ku ava bikin dê dosyayê lêkolîn bikin.    * Komeleya ARSÎSA ku li Wanê ji bo xebatên ziman, çand û hunerê hat avakirin, dest bi qeydên qursên kurdî kir. Nûnerê komeleyê Zekî Îtah, bang li malbatan kir ku zarokên xwe li qursên wan qeyd bikin.    * Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Selman Karasû, diyar kir ku şewatên daristanan bandorê li tevahiya erdnîgariya li derdora xwe dikin û ev tişt got: “Heke em hestiyeriya pêwîst daneynin holê em ê tev winda bikin.”   * Karkerên înşaatê ku ji bo girtina mûçeyên xwe yên 7 mehan 6 roj in li ber dere Holdînga Ronesansê bê navber çalakî li dar dixin, ev tişt gotin: “Ne sedeqe, em tenê mafên xwe dixwazin.”   * Berdevkê Komîsyona Girtîgehan ê ÎHD’ê Îlhan Ongur, diyar kir ku êdî girtiyên nexweş piştî ku dikevin rewşa ku nikarin bên tedawîkirin tên berdan û di serlêdanên ku dikin de jî bersiveke yekrêzî digirin.    * Hevseroka Komeleya Çandê û Lêkolînên Ziman a Arî Elîf Kivircik, diyar kir ku ji bo perwerdeya îngilîzî ku wê bi kurdî bê dayîn qeydên wan dest pê kirine û banga qeydkirinê kir.   *  Mehmet Dag ku li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê tê girtin, bi hinceta ku cezayên dîsîplînê yên lê hatine birîn û piştre rabûne nayê berda. Parêzera wî Nagehan Avçîl, biryarê weke “hiqûqa dijmin” nirxand.    * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 184'an de didome.    * Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, bi daxwaza "Em ne razandina zede, razandina heq dixwazin" civîneke çapemeniyê ya online li dar bixin. (12.30)