Malbatên parastvanên mafên mirovan PDK'ê şermezar kirin 2021-09-08 12:13:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên parastvanên mafên mirovan ku PDK'ê wan girtiye, li peş Edliyeya Hewlêrê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kirin.    Malbatên parastvanên mafên mirovan Mesûd Elî Hacî, Bendewar Eyub, Karger Ebas Elî û Şêrwan Teha Emîn ku di hezîrana sala 2020'an de PDK'ê wan girt û li dijî binpêkirinên mafan dest bi rojiya mirinê kirine, li pêş Edliyeya Hewlêrê daxuyanî dan. Malbatan, ji ber ku hevdîtina wan a bi xizmên wan re hat astengkirin û di danişîna duyemîn de jî xizmê wan nehatin berdan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî şermezar kirin.    Malbatan, destnîşan kir ku xizmên wan têkoşîna mafê mirovan didin û xwestin ku demildest bên berdan.