Şaredariya AKP’î îhaleya 21 mîlyonî da fîrmaya serokê xwe 2021-09-09 09:02:51 MÊRDÎN - Şaredariya AKP’î ya Artûklûyê, îhaleya 21 mîlyonî ya dibin navê “ji bo rêyên mûxtelîf” de, da fîrmaya Serokê Şaredariya AKP’ê ya Midyadê Veysî Şahîn.    Şaredarya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ya dibin rêveberiya AKP’ê de,  îhaleya bi sernavê "çêkirina rêyên cûrbecûr" dîsa da fîrmaya malbatê ya Serokê Şaredariya Midyatê yê AKP’î. Îhala di meha Sibatê de, hat derxistin û 7 fîrmehan teklifî da bû. Lê ji ber “ewraqên kêm” fîrmayek hat derxistin. Piştî nirxandina 6 fîrmayan, îhale ji bo Şîrketa Anonîm a Pîşesazî û Bazirgahî ya Madenvanî ya Înaaşt Şahînler hat dayîn. Serokê Şaredariya Midyatê yê AKP’î Vehsî Şahîn, piştî ku fîrma ava kir, dabû xizmên xwe. Derket holê ku navenda şirketê ya ku îhale bi 21 mîlyon û 80 hezar TL girt, li Enqerê ye.   ŞÎRKETA SEROK   Li gorî qeydên di Rojnameya Sîcîl a Tîcaretê de, şîrketa li navenda Enqerê di sala 1984’an de hatiye avakirin,  li navçeya Midyat Mêrdînê dixebite. Fîrma aydê Veysî Şahîn ê Serokê Şaredariya Midyayê ye, ji aliyê biraye wî Şehmûz Şahîn û xizmê wî Mehmet Nûrî Ustun ve hatiye avakirin. Di sala 2009’an de jî, navên Veysî Şahîn û Mehmet Nûrî Ustun, di fîrmayê de nexuyan û fîrma li ser navê Şeymûz Şahîn, Ziver Şahîn û Abîdîn Şahîn xebatên xwe dewam kir.   DI NAVA MALBATÊ DE PIŞKAN DEST GUHERÎN   Li gorî qeydan, tê dîtin ku Veysî Şahîn ê AKP’î di sala 1994’an de, bi Mehmet Nûrî Ustun re, dîsa Şîrketa Lîmîted Pişesazî û Bazirganî ya Înşaeta Nûrşah a navend Enqere, lê li Mîdyatê xebatên xwe dide nîşandan avakirin. Hemû pişkên aydê Ustun piştî 2 salan, ji aliyê hevjînê Veysî Şahîn Tulîn Şahîn ve hatin kirin. Dûre di nava pişkên de birayê Veysî Şahîn Şehmûz Şahîn tê xuyakirin. Tê dîtin ku birayê Şahîn paşê pişkên xwe veguherandine navên din.   MA / Ahmet Kanbal