Piştî sê salan doz li du HDP’iyan hat vekirin 2021-09-09 09:23:24   OSMANIYE - Derbarê Muslum Çagan û Erdal Tecîk ên HDP'yî li Osmaniyê di Newroza 2018’an a li Osmaniyê de axivîn doz hat vekirin.    Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyê derbarê pîrozbahiya Newroza 2018’an a li bajêr hat lidarxistin lêpirsîna xwe temam kir. Dozger ji ber axaftina Namzetê Parlamenteriya HDP’ê yê Osmaniye Muslum Çagan û pêşkêşvanê pîrozbahiyê Erdal Tecîk derbarê wan de lêpirsîn dabû destpêkirin. Lêpirsîn bi dawî bû û îdianame hat amadekirin. Herdu HDP’yî jî bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” dê werin darizandin. Îdianame ji aliyê 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Osmaniyê ve hat qebûlkirin.    Axaftinên wan wek “propaganda rêxistinê” hatin dîtin û ji ber vê yekê tên sûcdarkirin. Danişîna ewil a doza derbarê Tecîk û Çagan de wê di 18’ê kanûnê de li Dadgeha Osmaniyê were lidarxistin.