Dayikên Aştiyê: Her kesê xwedî wijdan dive xwedî li edaletê derkeve 2021-09-09 10:58:46   RIHA - Dayikên Aştiyê ku serdana Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê lêgerîna xwe ya edaletê didomîne kirin, bang li herkesî kirin ku xwedî li edaletê derkevin û ev tişt gotin: "Heke sibê edaletê bixwazin wê kesî nebînin."   Rexmî daxuyaniyên Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ku gotibû "Deriyê edliyeyê deriyê edaletê ye" jî Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku li ber Edliyeya Rihayê li edaletê digerin 185 roj in xwe nagihînin edaleta ku Wezîr Gul qal dike. Emîne Şenyaşar daxwaz dike ku kujerên hevjîn û zarokên wê bên girtin û kurê wê Adil Şenyaşar jî bê berdan. Ji bo vê daxwazê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku di êrişa li ser malbata xwe de bi birîndarî xelas bû di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Di vê pêvajoya ku daxwaza edaletê de dikin de her çiqas Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar çend caran hatibûn binçavkirin jî dev ji têkoşîna xwe bernedane.   Piştî ku çalakiya malbatê li Tirkiyeyê deng veda ji gelek bajarên Tirkiyeyê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, rêxistinên pîşeyî û lêgerên edaletê hatin ber Edliyeya Rihayê û piştevaniya Malbata Şenyaşar kirin. Duh jî ji Şirnexê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê hatin serdana malbatê. Aktîvîst û dayik ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivîn û nrixandinan kirin.    'EM DEV JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN'   Dayika Aştiyê Kûmrî Uner (55), diyar kir ku kezeba hemû dayikan dişewite û ev tişt got: "Bila êdî Erdogan dev ji şewitandina dilê dayikan berde. Bêyî ku ferq bike kezeba dayikên gerîlla û leşkeran dişewite. Em êdî naxwazin zarokên xwe bin ax bikin." Uner, da zanîn ku çi dibe bila bibe wê dev ji têkoşîna xwe bernedin û bal kişand ser tiştên hatine serê Emîne Şenyaşar û ev pirs kirin: "Kîjan wijdan vê qebûl dike? Ji heman malê 3 mirov hatine qetilkirin, çi mafê kesên ku vê tiştê anîne serê malbatê heye? Dema ku yek ji mala me dimire em dayax nakin. Emîne 3 kesên xwe winda kiriye. Gelo Erdogan vê dayikê nabîne? Erdogan çi ji me dixwaze?"   DEMSAL GUHERÎN   Dayika Aştriyê Aynûr Elçîoglû (37) ji destnîşan kir ku ji nûçeyên ku ji televîzyonê temaşe kiriye bûye şahidê rondik û qêrînên Emîne Şenyaşar û wiha got: "Dema ku dayika Emîne li vir rûnişt meha adarê bû, niha îlon e. Demsal guherîn, lê edalet pêk nehat. Pirsgirêkên tenduristiyê yên dayikê hene. Wijdanê kesên ku ev tişt tînên serê wê tune ye. Kesên ku demokrasiyê diparêzin li hemberî qêrînên dayika Emîne bêdeng in. Dilê dayikên tevahiya Kurdistanê bi dayika Emîne re davêje. Bila rojek zûtir edalet pêk bê. Heta ku edalet pêk were divê kurd rabin ser piya. Divê êdî em kincên mirinê ji ser xwe bavêjin. Êdî bes e. Li dijî neheqiyan ji bilî serî rakirinê rêyeke din tune ye."   'DIVÊ LI DIJÎ BÊHIQÛQIYÊ DENG BÊ DERXISTIN'   Dayika Aştiyê Hazne Aslan (46) jî bi lêv kir ku her cara ku Emîne Şenyaşar di televîzyonan de dibîne dilê wê dişewite û ev tişt anîn ziman: "Dayikek, bi rojan, mehan û salan li edaletê digere. Li bajarekî mîna Rihayê ku germ e her roj li ser betonê rûdinê. Ji bo em bibin hevparê êşa wê ji Şirnexê hatin Rihayê. Em jî edaletê dixwazin. Kezeba me jî reş bû. Zarokên me li jêrzemînên Cizîrê bi saxî şewitandin. Em tev li benda edaletê ne. Kî êşê bi me dabe kişandin bila cezayê xwe bikişîne. Kesên zarokên me şewitandine bila bi awayekî azad di nav me de negerin. Divê jin li dijî vê bêhiqûqiyê deng derbixin. Herkesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê îro li vir di şexsê Emîne Şenyaşar de li edaletê xwedî derkeve. Heke na sibê li edaletê bigerin wê kesî nebînin."   'HIQÛQA NEYARTIYÊ PÊK TÊ'   Hevseroka HDP'ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît (28) jî bal kişand ser lêgerîna edaletê ya Malbata Şenyaşar û got ku muxatab nabîne û ev tişt got: "3 demsal guherîn hê jî dayik li vir e. Ev nîşanî me dide ku êdî pirtikên edaletê jî nemane. Edalet li gorî berjewendiyên desthilatê bi pêş ve diçe. Hiqûq û qanûn di bin piya de ne. Hiqûqa serdestan heye. Dozger û dadger weke serokên AKP'ê yên bajaran tevdigerin. Bila êdî qêrina dayikê bê bihîztin û demildest edalet bê. Hiqûqa li Emîne Şenyaşar tê pêkanîn hiqûqa 'dijmin e'. Kesên vê qetilkirinê pêk anîn li derve digerin û malbat jî li vir li edaletê digere. Bila dozger û dadger ji bandora siyasetê derkevin û qanûnan pêk bînin."