Li Wanê 3 kes hatin binçavkirin 2021-09-09 13:35:00   WAN - Belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Ejder Sari û xwendekarên zanîngehê Yûnûs Kuçukçelebî û Vedat Fîdan di saetên serê sibê de di serdegirtina malên xwe de hatin binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de li Wanê bi ser malan de girtin û belavkarê rojnameya Yenî Yaşamê Ejder Sari, xwendekarên zanîngehê Yûnûs Kuçukçelebî û Vedat Fîdan binçav kirin. Nehat zanîn ku her sê kesên ku polîsan ew birin Miduriyeta Polîsan a Wanê ji bo çi hatine girtin. Hat hînbûn ku di lêpirsîna ku biryara veşartî li ser heye de, derbarê her sê kesan de ji bo 24 saetan sînordarkirina parêzeran anîne.