Daxwaza girtina bersûcê îstîsmara zayendî hat redkirin 2021-09-09 13:40:58   MÊRDÎN - Parêzeran xwest Tahîr A. ê ku ji sûcê îstîsmarkirina zarokek 6 salî tê darizandin were girtin. Dadgehê daxwaz red kir.    Danişîna ewil a doza Tahîr A. ê ku li Qoserê ji sûcê îstîsmarina zarokek 6 salî negirtî tê darizandin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Bersûc, parêzerê xwe û xizmên zarok, parêzerên wan û şahid beşdarî danişînê bûn. Bersûc di danişînê de îdia kir ku îftîra lê hatiye kirin.    Li şadihan hat guhdarkirin. Pişt re parêzeran parastinê kir. Parêzeran xwest ku bersûc Tahir A. were girtin. Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û danişînê taloqî 7’ê kanûnê kir.