Li Elkê 8 kes hatin binçavkirin 2021-09-09 14:28:16   ŞIRNEX - Leşker û polîsan li navçeya Elkê bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin.   Leşker û polîsan di saetên serê sibê de li navend, gundên Çeman, Bêrman û Bîşî yên bi ser navçeya Elkê ya Şirnexê ve bi ser malan de girtin û 8 kes binçav kirin. Kesên ku sedemê binçavkirina wan nehat zanîn birin Qereqola Cendirmeyan a Elkê.    Ji 8 kesên hatin binçavkirin navê 6 kesan wiha ye: Kemal Adiyaman, Fevzî Temel,  Emîn  Berk, Midur Ecer, Îdrîs Ûce, Îbrahîm Kiliç