Keskîn a ku polisan tundî lê kiribû: Em ê serî netewînin 2021-09-09 15:12:09   STENBOL - Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Rojîn Keskîn ku ji ber qedexekirina "Mitînga Aştiyê" şermezar kiribû polisan tundî lê kiribû ev tişt got: "Em careke din dubare dikin ku em ê ji zîhniyeta faşîst a desthilatê re serî netewînin."   Koordînasyona Jinên Ciwan a HDP'ê, derbarê kesên ku di şermezarkirina qedexeya "Mitînga Aştiyê" de hatibûn binçavkirin de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyanî da. Parlamenterên HDP'ê Huda Kaya, Dersim Dag, aktîvîstên Tevgera Jinen Azad (TJA) û Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Zîhniyeta we ya kevn bûye nikara têkoşîna jinan asteng bike" hat vekirin. Di daxuyaniyê de destpêkê Parlamenter Dersim Dag axivî û bertek nîşanî mudaxaleya polisan a di çalakiyê de da.   TUNDIYA POLISAN    Endama Meclisa Ciwanan a HDP'ê Rojîn Keskîn ku dema çalakiyê polisan tundî lê kiribû jî axivî û diyar kir ku bi îşkence û heqaretan hatine binçavkirin û wiha got: "Di wesayîta polisan de jî tundî li me hat kirin. Polisan jin sîlê avêt min. Polisê zilam jî min bi kulman bibandor kir. Em careke din dubare dikin em ê serî ji zîhniyeta faşîst a desthilatê re netewînin."