Li Qoserê gundekî din jî xistin bin karantînayê 2021-09-09 16:27:06   MÊRDÎN - Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê gundê Mezraî Kantarê yê navçeya Qoserê xistin bin karantînayê.    Di çarçoveya biryara Lijneya Hifzisihha ya Navçeya Qosera Mêrdînê hatiye wergirtin de ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê (Kovîd-19), gundê Mezraî Kantar xistin bin karantînayê. Hat diyarkirin ku wê gund 10 rojan di bin karantînayê de bimîne.    Ji 24’ê Tebaxê ve hejmara gundên li Mêrdînê xistin bin karantînayê, derket 20’an, karantinaya ku li 12 gundan bi dawî bû li 8 gundan didome.