Di dosyeya ku dadgeha eskerî girtibû de, Tirkiye hat mehkûmkirin 2021-09-10 09:07:06   WAN - DMME’yê di dosyeya Mûrat Yilmaz ê li ser sînorê Îranê yê Elbakê di encama gulebarandina ji qereqolê de hat qetilkirin û ji aliyê dadgeha eskerî ve hatibû girtin, Tirkiye mehkûm kir.      Li gundê Xerkava ya girêdayî navçeya Elbakê ya Wanê, di 11’ê Îlona 2009’an de, qereqolên eskerî yên li gundên Xerkova û Xwelînk top û gule berdan kesên bazirganiya sînor dikirin. Di encama gulebarandinê de ciwanê 19 salî Mûrat Yilmaz jiyana xwe ji dest da û Bişar Ayhan jî birîndar bû.  Parêzerên Yilmaz û Ayhan piştî ku hiqûqa navxweyî bi dawî bû, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan.  DMME’yê, bi hincetên mafê jiyana kesan hatiye binpêkirin, destûr nehatiye dayîn ku malbat xwe bigihînin dosyeyê, lêpirsînek adîlane nehatiye kirin, ji ber bi karanînan hêzek zêde kesekê jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye, Tirkiye mehkûm kir. DMME’yê di biryara xwe ya li dijî îtîrazkirina dozê ya Tirkiyeyê de, xalên girîng cih digirin.     LÊPIRSÎNEK BAŞ NEHATIYE BI RÊVE BIRIN   Di biryara hat dayîn de wiha hat gotin: “Derbarê kuştina kesekê û birîndarkirina kesekê de, lêpirsînek baş nehatiye kirin. Bikaranîna hêz bêpîvan û nepêwîst hatiye kirin. Divê mafê jiyanê bê parastin. Pêwîs bû ku dewlet hesap bida  û ev lêpirsîn serbixwe bûya.”   ÎFADEYA ESKERAN DÎSA ESKERAN GIRTIYE’   Di dewama biryarê de hat destnîşankirin ku îfadeya eskeran dîsa ji aliyê eskerên di heman qereqolê de ne ve hatine girtin û wiha dewam kir: “Ev yek nayê qebûl kirin û pêwîs bû ku îfadeyên eskeran ji aliyê rayedarên eskerî yên cuda ve bihatan girtin. Destûr dayîna eskerên ji heman yekîneyê ku di lêpirsînê de rolek wusa çalak bigirin, xetere ye ku delîlên girîng ên di derbarê leşkeran de tune bike an paşguh bike.” Di biryara DMME’yê de, dîsa hat gotin ku Tirkiyê pirsên ji wê hatine kirine bê bersiv hiştine.   TIRKIYE MEHKÛM KIR   Dageha DMME’yê, ji ber van hemû hincet û sedeman Tirkiye mehkûmê tezmîneta 130 hezar euro kir.    Parêzerên Mûrat Yilmaz ê jiyana xwe ji dest da bû û Bişar Ayhan ê birîndar bibû piştî hiqûqa navxweyî bi dawî bû, di 23’yê Gulana 2011’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) da bûn.    MA / Adnan Bîlen