Ji bo îşkenceyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da 2021-09-10 09:08:24 HATAY - Ferhat Demîrbaş ê ku 2 sal berê li Girtîgeha Osmaniyeyê rastî muameleya xerab hat, piştî lêpirsîna li dijî gardiyanan bêencam ma serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Ferhat Demîrbaş ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1 a Osmaniyeyê ji aliyê gardiyan û bijîşk ve rastî muameleya xerab hatibû bi navbeynkariya parêzerên xwe gilî kiribû, lê lêpirsîna hatibû destpêkirin,  bi dawî bû. Piştre parêzerên Demîrbaş ji ber binpêkirinên "mafê serlêdana bi bandor", "mafê darizandina adîlane",  "mafê gihîştina tenduristiyê",  “îhlalkirina  qedexekirina muameleya xerab û îşkenceyê" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.   BIRYARA KOPÎ BIKE     Demîrbaş  di 18'ê Îlona 2018'an de, bertek nîşanî derpkirina hevalekê xwe yê qawîşê da. Gardiyenan li ser vê yekê Demîrtaş birin odeya sunger derp kirin. Demîrtaş ê birin revîrê ji aliyê bijîşk ve hat derpkirin û gef li wî hat xwarin. Demîrbaş, bi riya parêzerên xwe, der barê karmendên  cemaweriyê yên ku di heman rojê de li wî xistin, serî li Serdozgeriyê da. Dozger serlêdan li şûna "îşkenceyê" wekî "birîndar" nirxand û piştî 2 salan biryara "neşopandinê" da. Balkêş bû ku di her du biryaran de jî daxuyaniyên bi vî rengî hebûn. Li ser îtirazê, 1'emîn Dadgeriya Cezayê ya Sulhê ya Osmaniye biryar da ku "lêkolîn bêkêmasî hatiye kirin" û  biryara nedarizandinê di 19'ê Adara 2020'an de rakir.    'MAFÊ GIHIŞTINA TENDÛRISTIYÊ MAFEK MAKEQANÛNÎ YE'   Parêzer Mehtap Sert  derbarê serlêdana xwe ya Dadgeha Destûra Bingehîn de, diyar kir ku, Demîrbaş hem ji aliyê gardiyanan,  hem jî ji aliyê bijîşkê nexweşxaneyê ve rastî muameleya xerab hatiye û berpirsiyar bê ceza mane. Sert di daxwaznameya xwe de ev tişt anî ziman: "Muwekîlê min pêşî ji aliyê gardiyanan û piştre jî bijîşk û gardiyanên li Girtîgeha Osmaniyeyê rastî lêdanê hat. Ji ber ku dozgerê girtîgehê di dema îfadeya xwe de got wî şîdeta fîzîkî dît, muwekîlê min şand girtîgeha Tîpa T ya Kayseriyê. Me ew qebûl kir ji ber ku em ji ewlehiya wî ditirsiyan. Dozgeriyê pêşî biryar neşopandinê da. Li ser îtîraza me, wî ew ji dozgeriyê re şand da ku li ser mijarên wendayî lêkolînê bike. Lêbelê, dozgeriyê heman biryar da bêyî ku sedemên paşvekişandinê li ber çavan bê girtin. Dadgeha Cezayê ya Sulhê îtîraza me ya nû ya li dijî biryara neşopandinê, red kir. Mafê gihîştina tenduristiyê mafek makeqanûnî ye. Bijîşkê girtîgehê ne tenê mafê gihîştina lênihêrîna tenduristiyê asteng kir, her wiha şîdeta fîzîkî jî bikar anî. Li girtîgehê Karmendên ku ewlehiyê digirin îşkenceya heta mirinê bi kar aniye. Tevî hemû delîlan jî, polîtîkaya neşopandinê vê îşkenceya li girtîgehan meşrû kir."   MA / Hamdullah Yagîz Kesen