Qeyûm li Qoserê nîvê şevê dar birîn 2021-09-10 09:23:07   MÊRDÎN - Tîmên Şaredariya Qoserê ya di bin rêveberiya qeyûm de di saetên şevê de bi sedan dar ji kokê ve birîn.    Şaredariya Qoserê ya di bin rêveberiya qeyûm de duh şev li navçeyê daran talan kir. Tîmên şaredariyê darên ku li ser pêyarêya Cadeya Sanayiyê ya Taxa Tûrgût Ozal bi kepçeyan ji kokê ve birîn.    Darên ku hatin birîn pişt re li kamyonetan bar kirin û birin. Birîna daran ji aliyê welatiyên derdorê ve bi telefonê hat qeydkirin. Tê texmînkirin ku ji ber bertekên xelk ku wê nîşan bide, tîmên şaredariyê di saetên şevê de dar birîne û nehat zanîn ku darên hatine birîn bi ku ve birine.