Piştî şerê li Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin 2021-09-10 10:20:01   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku di şerê li Gundê Qûrdîse yê Mêrdînê derket de hin polîsên tîmên taybet hatine kuştin û herî kêm yek ji wan jî birîndar bûye. Li ser vê yekê li Gundê Qûrdîse û mezrayên girêdayî wê qedexeya derketina derve hat ragihandin.    Hat diyarkirin ku di şerê duh li Gundê Kurika Çeto yê bi ser navçeya Artûklû ya Mêrdînê ve derket de hin polîsên tîmên taybet hatine kuştin û herî kêm yek ji wan jî birîndar bûye. Ji bajêr ber bi herêma şer ve tevgera helîkopteran didome. Walitiya Mêrdînê li Gundê Qûrdîse û mezrayên bi ser ve qedexeya derketina derve ragihand. Walîtiyê di daxuyaniya xwe diyar kir ku wê li herêmê xebatên lêgerînê bên kirin. Tevgera helîkopterên eskerî ya li bajêr didome.