Biryara grevê bi buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin 2021-09-10 15:04:08 STENBOL - Ji ber ku pêvajoya TÎS'ê ya bi ofîsa AFP'ê ya Tirkiyeyê re bêencam ma bi deriyê buroyê ve biryara grevê hat daleqandin.    Pêvajoya Peymana Komkarî (TÎS) ya di navbera Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) û Ofîsa Agence France – Presse (AFP) ya Tirkiyeyê de bi lihevnekirinê bi dawî bû. Ji ber vê vê encamê biryara grevê bi deriyê buroyê ve hat daleqandin. Serokê Giştî yê TGS'ê Gokan Dûrmûş, li ber deriyê buroyê daxuyanî da û diyar kir ku ji 3 mehan zêdetir bi AFP'ê re hevdîtinan dikin û karsaz bi weke ku henekê xwe bikin tên ser mesê.    Dûrmûş, da zanîn ku xebatkarên ofîsê heqeke fahîş daxwaz nakin û wiha got: "Tenê dixwazin li dijî enflasyonê heqê xwe biparêzin. Em ê li bendê bin ku di nav heftekî du hefteyan de gaveke erênî bavêjin. Heke gaveke erênî neyê avêtin em ê grevê bidine destpêkirin. Wê êdî ofîsa AFP'ê ya Tirkiyeyê nûçe derbas neke. Bila li dijî reqamên enflasyonê tên rasteqîn mafê hevalên me bên parastin."   'DAXWAZ BAŞ IN'   Dûrmûş, bang li Nûnertiya Giştî ya AFP'ê kir û wiha axivî: "Em reqamên zêde naxwazin. Daxwazin me baş in. Ne ew daxwazin ku nikarin ji hêla we ve bên bersivandin. Ji ber vê demildest guh bidin daxwazin me û peymanê îmze bikin."   Piştî daxuyaniyê biryara grevê bi deriyê buroya AFP'ê ya Tirkiyeyê ve hat daleqandin.