Li ser derenca dibistanê 'Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin 2021-09-10 16:10:48 EDENE - Li ser derenceya dibistana li taxa Onûr a navçeya Seyhanê ku piranî kurd lê dijîn nivîsa "Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be' hat nivîsandin. Li taxa Onûr a navçeya Seyhanê ya Edenê, li ser derenceya Dibistana Navîn a Sala 125'emîn hat nivîsandin ku ji bilî tirkî zimanekî din neyê axaftin. Li ser pêpêlûkên derenceyê nivîsa "Tirk gotî tirkî ye. Ya tirkî biaxive ya jî bêdeng be. Em ji zimanê xwe şerm nekin' hat nivîsandin.   Dayik û bavên zarokan diyar kirin ku ji ber piraniya taxê kurd in nivîsên bi rengî tên nivîsandin û xwestin ku nivîsa tekperest û nîjadperest jê derenceya dibistanê bê jêbirin.