Birayê Servet Tûrgût: Ji ber ku em Kurd in ev zilm û neheqî li me dibe 2021-09-11 09:11:56   WAN - Birayê Servet Tûrgût ê ji helîkopterê hat avêtin û piştî 21 rojan jiyana xwe ji dest da Naîf Tûrgût, bertek nîşanî bêhiqûqiya di lêpirsînê de dewam dike da û got: “Ev zilm û neheqî ji ber ku em Kurd in li me tê kirin.”    Li çoltera sinorê di navbera navçeyên Şaxê û Peyîzava yên Wan de, eskerên derketibûm operasyonê di 11’ê Îlona 2020’an de, welatiyên bi navê Servet Tûrgût û Osman Şîban binçav kiribûn û piştî îşkenceyek giran li wan kiribûn, ji helîkopterê avêtibûn. Pêvajoya hiqûqî ya derbarê avêtina her du welatiyan ên ji helîkopterê pêş nakeve.   Servet Tûrgût ê li nexweşxaneya lê dihat derman kirin, di lênêrîna awarte de, piştî 21 rojan jiyana xwe ji dest da bû. Osman Şiban jî yê ji ber derbên giran bîra xwe winda kiribû, travmanên giran derbas kirin.   Avêtina welatiyan a ji helîkopterê ji aliyê Ajansa Mezopotamya (MA) yê ve hatibû belgekirin. Dûre dest bi lêpirsîna bûyerê hatibû kirin. Ligel ku salek bi ser bûyerê derbas bû jî, tu pêşketîn di dosyayê de tuneye û ev saleke biryara veşartinê ya li ser dosyayê dewam dike.    Birayê Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da Naîf Tûrgût, bertek nîşanî bêedaletî û bêhiqûqiya heyî da.      ZILMEM MEZIN E   Naîf Tûrgût, bi bîr xist ku salek bi ser qetilkirina birayê wî re derbas bû û wiha hirsa xwe anî ziman: “Zilmek mezin hat kirin. Ez vê bêmafiyê her kêlî hîs dikim. Ev mirinek ji rêzê nebû. Emê tu carî vê yekê ji bîr nekin. Ji ber ku edalet nayê bi cih anîn mirov aciz dibe. Zora mirov diçe. Gelo çima birayê min hat kuştin? Birayê min mirovek kedkar bû. Ji ber ku wê kêlî rastî operasyonê hat, ji nişka ve destê wî kelepçe kirin û birin gund. 21 rojan di komayê de ma. Hestiyekê wî yê saxlem jî nema bû. Ev saleke, em her tim wê kêliyê dijîn. Ji bo ku ev rewş neyê serê tu kesî, em dixwazin ku edalet bê bicihanîn.”   MIROVEK KEDKAR BÛ    Tûrgût, diyar kir ku birayê wî ji ber rewşa aboriyê di sala 1979’an de koçî Mêrsînê kiribû û wiha got: “Bi 7 zarokên xwe re heya demekê li Mêrsînê ma. Lê bi demê re dîsa pirsgirêkên debarê jiya. Ji ber vê di sala 2000’an de cardin vegeriya Wanê. Got ku ewê hin rehetir li vê derê bijî. Ligel temenê xwe yê mezin jî, neçar ma ku bixebite. Ji ber ku nikarî bi meaşê emekdariyê debara xwe bike, dest bi dirûna giya girt. Giyayê didirût dikir ka û dibir li navendê difirût. Birayê min li navenda Wanê rûdinişt. Lê ji bo dirûtina giya hatibû gund. Her sal di dawiya Gulanê de diçe, heya dawiya meha Îlonê giya didirût. Mirovek kedkar bû. Her tim dixebitî. Zêde ne diket nava civakê. Di halê xwe de bû.”    EDALETA WINDA   Tûrgût, dest nîşan kir ku di ser bûyerê re salek derbas bû û wiha bi dawî kir: “Ligel ku me gilî kir jî, di lêpirsînê tu pêşketin çêne bû. Diviya bû, ev bûyer bi awayekî herî bi lez bihatiba ronî kirin. Gelo, ji ber ku em Kurdin ev yek bi me dan jiyîn? Ev zilm û neheqî ji ber nasnameya me ye. Teqez emê vê dozê bişopîn in.”