Duh li dijî 12’ê Îlonê îro jî li dijî tecrîdê li ber xwe dide 2021-09-11 11:33:59   ÊLIH - Kazim Ateş ê li dijî pêkanînên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê bedenê xwe dabû ber mirinê, niha jî bi xwarziyê xwe Şakîr Akkûrt re li dijî tecrîda ser li ser Ocalan li ber xwe dide.    Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK’ê û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dane destpêkirin di roja 289'emîn de, didome. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Kazim Ateş (58) ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne û xwarziyê wî Şakîr Akkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsarê dimîne jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê dibin.    33 SALÊN WÎ BI BERXWEDANÊ DERBAS BÛN   Kazim Ateş ê di 17 saliya xwe de ket girtîgehê, di tevahiya jiyana xwe ya 58 salan de bi giştî 33 salan di girtîgehê de maye. Ateş, di darbeya 12’ê Îlona 1980’yan de li Girtîgeha Hejmara 5’an a Amedê ku bi pêkanînên derveyî mirovahiyê di hişê mirovan de maye, 8 salan girtî ma. Ateş, di çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku qadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz jiyana ji dest dan û 38 sal li pey xwe hiştin de 60 rojan li ber xwe da. Ateş ê piştî ku çalakiya wan bi ser ket di nexweşxaneyê de bi mehan tedawî dît, sirgûnî Girtîgeha Eskîşehîrê bû.    Ateş, dûre sirgûnî Girtîgehên Aydin, Bûcaya Îzmîrê, Konya, Elbîstana Mereşê û Bolûyê bû. Ateş ê di sala 2004’an de hat berdan û piştî demekî dîsa hat girtin heta 2009’ê dîsa girtî ma. Ateş ê hat berdan piştî 6 salan bi hêceta dosyayên kevin, dema li navçeya Sasonê ku xwest tevlî çalakiyên “mertalên zindî” bibe hat binçavkirin û girtin. Ateş ê ji sala 2015’an ve li Girtîgeha Bolûyê ya Tîpa F dimîne, roja ku çalakiya grevê dest pê kir heta niha bi navber tevlî çalakiyê dibe.    DI HEMÛ ÇALAKIYAN DE CIH GIRT   Pêvajoya binçavkirin û girtina xwarziyê Ateş, Şakîr Akkûrt jî di sala 1992’yan de dest pê kir. Akkûrt di wan salan de 3 caran hat binçavkirin û di her binçavkirinê de îşkenceyeke zêde lê hat kirin. Akkûrt di binçavkirina ewil de 33 roj, di binçavkirina duyemîn de 11 roj û di binçavkirina sêyemîn de hat girtin de jî 40 rojan îşkence lê hat kirin. Akkûrt ê piştî darizandinên hat kirin cezayê muebbetê yê hefsê jê re hat birîn, bi dorê sirgûnî Girtîgehên Amed, Dîlok, Yozgat, Kandiraya Kocaeliyê û Akhîsara Manîsayê hat kirin. Akkûrt ê niha li Girtîgeha Akhîsarê ya Tîpa T dimîne di salên 1996, 2000, 2012 û 2018’an de tevlî çalakiyên greva birçîbûnê bû. Akkûrt tevlî çalakiya niha li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin jî dibe.    BERXWEDANA LI HEJMARA 5’AN   Enîse Akkûrt (62) a birayê wê û kurê wê di çalakiya greva birçîbûnê de ne destnîşan kir ku li pişt berxwedana bira û kurê xwe ye. Akkûrt, da zanîn ku dema birayê wî di Girtîgeha Hejmara 5’an a de di çalakiyê de bû, ew jî li pêş girtîgehê 10 rojan ket çalakiya greva birçîbûnê û ew serdem wiha vegot: “Li dijî wê hovîtiya girtîgehê birayê min jî ketibû çalakiya greva birçîbûnê. Hin girtiyan di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Me xwest bi wan re hevdîtin bikin lê ne hiştin em hevdîtinê bikin ne jî têkildarî hundir agahî dan me. Wê demê em jî li dijî vê yekê 10 rojan ketin çalakiya greva birçîbûnê. Piştî ku çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû Kazim nîşanî me dan. Çerm û hestî mabû. Diranên wî tune bûn. Şopên îşkenceyê di laşê wî de mabûn. Çalakiya greva birçîbûnê ku ketibûnê jiyana wî û bi hezaran girtiyan xelas kiribû.”   ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 8’EMÎN   Akkûrt, bi lêv kir ku birayê wî di serdema lîseyê de îşkenceya dewletê nas kir û wiha axivî: “Di 33 salên girtîgehê de her binçavkirin û girtin îşkenceyeke. Dema ewil hatibû binçavkirin neynokên wî jê kiribûn, diranên wî kişandi bûn û avêtibûn bîreke tarî. Piştî li Sêrtê îşkenceyeke zêde lê kirin anîn Amedê. Li vir jî 8 salan îşkence lê hat kirin. Ji temenê xwe yê 58 salan 33 jê di girtîgehê de derbas kirin û hêj jî didomîne. Di vê pêvajoyê de çalakiya greva birçîbûnê weke teşeyeke berxwedanê pejirand. Ji dema darbeyê heta niha 8 caran ket çalakiya greva birçîbûnê. Niha jî di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Weke çalakiyên din wê di vê çalakiyê de jî serbikevin.”   ‘TIŞTA DIKEVE SER MILÊ ME BERXWEDAN E’   Akkûrt, anî ziman ku lawê wê Şakîr Akkûrt jî ji sala 1992’yan ve di girtîgehê de ye û da zanîn ku kurê wê heta neha 5 caran ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Akkûrt, destnîşan kir ku kurê wê jî weke birayê wê pergala tecrîdê qebûl nake û wiha got: “Em weke malbat tim di bin tundiya dewletê de ne. Dema em li gundê Bêkent ê Misircê dijîn her tim cendermeyan bi ser mala me de digirt. Ji ber vê yekê jî em mecbûr man koçî Êlihê bikin. Lê li vir jî dev ji me bernadin. Em biçin ku derê zext û tundî kêm nabe. Tişta dikeve berê wan îşkence, zext û tundî ye. Tişta dikeve berê me jî berxwedan e. Ev çil sal in tundiyê li me dikin. Tenê rojekê jî ne birayê min ne jî kurê min paşve gavek neavêt. Em paş ve gavê naavêjin jî. Heta ku em di çalakiya greva birçîbûnê de encamekê bigirin em ê li berxwe bidin. Divê gelê kurd bi hev re li ber xwe bide.”   MA / Fethî Balaman