Îşkence li girtiyê nexweş Polat kirin 2021-09-11 15:57:25   STENBOL - Ji ber ku girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne, mûameleya nebaş lê dihat kirin, ji dozgerê girtîgehê re vegot, gardiyanan îşkence li wî kirin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a hefteya 494’emîn li ser hesabê xwe yê medya dijîtal li dar xist. Komîsyonê di çalakiya xwe ya vê heftê de, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ekîm Polat ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne. Daxuyaniya vê hefteyê endamê Komîsyona Girtîgehan Mehmet Acettîn xwend. Acettîn, da zanîn ku ligel hemû hişyariyan jî ji bo Polat tu gavên erênî nayên avêtin û wiha got: “Pirsgirêkên mafên xwe gihandina tenduristiyê û tedawiyê ji mafê jiyanê yê girtiyan re gefeke.”   ÎŞKENCEYA DUYEMÎN   Acettîn, agahiyên ku malbata Ekîm Polat derbarê nexweşiyên wî de dan parve kirin û wiha berdewam kir: “Nexweşiyên Polat ên dil, KOAH, helîna hestiyan û hîpofîz hormon hene. Polat dema sewqî girtîgehan dibe mûameleyeke nebaş li wî tê kirin. Herî dawî ji ber girtiyê mûameleya nebaş a li wî tê kirin, ji dozgerê girtîgehê re vegot, gardiyanan îşkence li wî kirin. Ji ber dermanên wî nedanê, sewqî nexweşxaneyê nehat kirin û pirtûk ava paqij nedanê mecbûr ma 90 rojan bikeve çalakiya greva birçîbûnê. Piştî ku rayedarên girtîgehê soza bi cih anîna daxwazên wî da çalakiya xwe bi dawî kir.”   HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN   Acettîn, bi lêv kir ku ji ber derfetê tedawiyê yê Polat nîne, nexweşiya wî her ku diçe girantir dibe û banga berdana Polat û hemû girtiyên nexweş kir.