Komîteya Zîndanan bang li girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de kir 2021-09-11 16:26:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê, diyar kir ku girtîgehan bi ruhê 14'ê Tîrmehê alîkariyeke zêde li têkoşîna azadiyê kir û bang kir ku girtî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin.   Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên PKK’ê û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, di 27'ê Mijdara 2020'an de dane destpêkirin, bi koma 50'yan di roja 289'emîn de, didome. Ji 14'ê Tîrmehê ve girtî ji 15 rojan careke bi awayekî bidorveger dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku didome parve kir. Komîteyê xwest ku girtî di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bikin.   Daxuyaniya Komîteya Zindanan a PKK’ê û PAJK’ê ya bi sernavê ‘Ji bo hevrêyên me yên jin û mêr ên li zindanan’ wiha ye:   “Pêngava ‘Li dijî tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê ‘Dem dema azadiyê ye’ salek li pey xwe dihêle, dikeve sala xwe ya duyemîn. Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 40’an a faşîzma 12’ê Îlonê de ‘Li dijî tecrîd, faşîzim û dagirkeriyê; dem dema azadiyê ye’ pêngavek dabû destpêkirin. Armanca vê pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, hilweşandina faşîzmê û dawîkirina dagikeriyê bû. Greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya sala 2018’an li zindanan destpêkir û Gulana 2019’an û piştî rojiya mirinê û şûnde Rêber Apo bi parêzerên xwe re piştî sala 2011’ê û vir ve cara ewil hevdîtin pêk anî. Berxwedana hevrêyên me yên jin û mêr, dîsa şehadeta 8 hevrêyan di asteke mezin de tecrîd hejand, raya giştî ya demokratîk a li Tirkiye xwedî li berxwedêran derketiye, berdevkên AKP-MHP’ê jî gihişte wê yekê ku nikaribe tecrîdê biparêze. Piştre dîsa hevdîtinên parêzer û malbatan hatin astengkirin, nekarîn tecrîdê bidomînin û azadiya Rêber Apo kete rojevê. Êdî têkoşîna azadiya Rêber Apo tê dayîn.   GIRTÎGEH HER TIM DI REFÊN PÊŞ DE CIHÊ XWE DIGIRIN   Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di sala 40’î ya faşîzma 12’ê Îlonê de têkbirina faşîzma AKP-MHP’ê, azadkirina gelê Kurd û Rêber Apo kiribû armanc. Di dîroka têkoşîna azadiya gelê Kurd de, girtîgeh her demê di refên pêş ên têkoşînê de cihê xwe girtine. Ruhê 14’ê Tîrmehê û xeta têkoşînê bi dehan salan e, weke xeta têkoşînê ya zindanan sûdên mezin dane têkoşîna azadiyê. Pêngava 12’ê Îlona 2020’ê hatine destpêkirin, esasê xwe weke têkoşîna gel a li çar parçeyên Kurdistanê hatiye destpêkirin. Ji xwe gerîla bê navber di nava têkoşînê de ye, li navenda pêngava têkoşîna azadiyê de cih digire. Pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ di demek kin de gelê Kurd û dostên wan xwedî lê derket, 4 parçeyên Kurdistanê û di serî de Ewropa, her cihê Kurd lê dijîn, ji bo vê têkoşînê pêş bixin, ketine nava tevgerê.   WÊ PÊNGAV BIDOME   Pêngava ‘Dem dema Azadiyê ye’ esasê xwe pêngaveke ji bo civak û gerîla pêş bixe bû. Ji ber ku têkoşîna azadiya zindanan mîna her demê ji bo sûd dayîn û hêz dayîna têkoşînê ji bo xwe weke erk dîtine, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kiriye. Mîna her demê hêz daye vê pêngavê jî; di rojev kirina vê de roleke dîrokî lîstiye. Tevî zextên zêde jî, greva bidorveger domandiye. Di bandorbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de; di hejandina desthilata faşîst a AKP-MHP’ê de, ji bo tevlîbûna gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê û dîsa derveyî welat, erka dikeve ser milan pêk aniye. Bê şik û guman armanca esasî ya pêngavê şikandina tecrîda li ser Rêberê Apo ye, ji bo bigihêje armanca xwe didome. Di vê wateyê de pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’, ketiye qonaxeke nû. Ev pêngav wê 2021’ê dom bike, ji bo gihiştina armancên xwe jî wê bûyerên girîng jî pêk bîne.   WÊ HEMÛ HEVRÊYÊN ME TÊBIKOŞIN   Hevrêyên me li zindanan bi dijmin re 24 saetan têdikoşin. Hemû hevrêyên em yên jin û mêr bi dehan salan e bi ruhê 14’ê Tîrmehê û şêweyê wê li ber her cûre zorî û zextan têdikoşin. Rastiyek li holê ye ku wê ji niha û pêde jî hemû hevrêyên me û dîsa hemû demokrat têbikoşin. Wê di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de berpirsyariyên xwe bi malbatên xwe re bi layîqî pêk bînin. Wê gelê Kurd di sala 2021'an de her cihê lê ne pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ hê zêdetir xurt bikin.    ZÎNDANAN ROLEKE MEZIN LÎST   Dema em vê rastiyê li ber çavan bigirin, hevrêyên me yên li zîndanan tim li dijî mêtinger-qirkirinê di nava têkoşînê de ne ku di çarçoveya pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de bi çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bidorveger, piştevaniya dide, em têrker dibînin. Ji ber ku hevrêyên me li zindanan di pêkanîna pêngavê de û bihêzkirina wê de roleke pir mezin lîstin. Em di wê baweriyê de ne ku hevrêyên me yên li zindanan, çalakiya greva birçîbûnê di 1’emîn salvegera pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de wê bi dawî bikin. Tu guman tê de nîne ku ev hevrêyên me yên di nava berxwedanê de ne, çalakiyên mîna grevên birçîbûnê yên bê dem û dîsa bi dorveger, wê bi rengên cuda û xurt tevlî pêngavê bibin. Ji xwe berxwedaniya wan a tim domdar, tim hêz daye têkoşîna şervanên azadiyê, hemû gel, ciwan, jin û dostên me. Hemû berxwedêrên jin û mêr ên li zindanan ji ber fedekariya wan a di pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de pîroz û silav dikin; mîna her demê di têkoşîna we de ji niha û şûnde jî serketinê dixwazin.”