Keça girtiyê nexweş Kirtay: Li mala me rewşa şînê heye 2021-09-12 09:11:50 AMED - Keça girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê di hevdîtina telefonê de gotibû, “dibe ku hûn agahiya mirina min bigirin” Herdem Kirtay, diyar kir ku li mala wan rewşa şînê heye û xwest derbarê rewşa tenduristiya bavê wê de agahiyek ji bo wan bê dayîn. Girtiyê 73 salî Abdulhalîm Kirtay ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Şakranê dimîne, di rojên derbas bûyî de, di hevdîtina telefonê ya bi malbata xwe re kir de, gotibû, “Di nava vê heftê de, dibe ku hûn agahiya mirin amin bigirin. Xwe amede bikin.”   Kirtay ê ji sala 1993’yan ve girtiye, nexweşiyên wî yên weke, tasiyon-şekir hene û derûniya wî her ku diçe ne baş dibe. Herdem Kirtay (Merwanî) a li ser hesabê xwe yê medya dijîtal rewşa bavê xwe bi raya giştî re parve kir, derbarê rewşa tenduristiya bavê xwe de ji ajansa me re axivî.     28 SALIN GIRTIYE   Kirtay, diyar kir ku piştî gundê wan ê li navçeya Farqîn a Amedê, di sala 1993’yan de hat şewitandin, li navenda bajêr bi cih bûn û wiha axivî: “Bavê  min li vê derê ji aliyê hin kesan ve hat binçavkirin. 40 rojan dibin çavan de ma. Di vê pêvajoyê de me derbarê wî de tu agahî negirtin. Ji me re digotin, ‘ne li vê derê ye.’ Bavê min ji wê rojê û şûn ve ji girtîgehê derneket. Bavê min sîgûnî gelek girtîgehan hat kirin. Ev ji bo me dibû pirsgirêk. Ji ber ku wî dûr dişandin, me ne dikarî em biçin hevdîtina wî. Mafê wî yê telefonê heye, lê em nikirin lêbigerin. Dema kesek tê ceza kirin, malbata wî/wê jî pê re tê cezakirin. Em jî vê rewşê de ne.”    AGAHIYÊ JÊ NAGIRIN   Kirtay, dest nîşan kir ku divê rewşa girtiyên nexweş ji rojevê neyê derxistin û wiha rêz kir: “Girtî bi awayekê baş nayin dermankirin. Ev jî ji bo malbatên wan dibe îşkence. Ger girtîgeha bavê min lê dimîne nêzî me bûya, em dê her tişt kiriba. Lê ji ber ku dûrî me ye, em nikarin biçinê. Derbarê rewşa bavê min de agahiyek zelal nadin me. Dibêjin ku bavê min rakirin nexweşxanê, lê rakirine kîjan nexweşxanê ne diyare. Dixwazin em dengê xwe dernexin. Lê her ku em bêdeng bimînin, ev pirsgirêk wê zêdetir bibin. Dayika min jî ji vê rewşê pir bandor dibe. Dayika min bi rojane digirî. Ev çend rojin, rast û dirust xwarin nexwariye. Şîna me tuneye, lê li mala me hewayek şînê heye. Parêzerê wî nagirin hûndir ku pê re hevdîtinê bike. Dîsa navê nexweşxaneyê nadin parêzer.”    'PERGALA KU NEXWEŞ DIXE’   Kirtay, diyar kir ku, ji ber ku bavê wê di demê xwe de nehat dermankirin, nexweşiya wî giran bû û wiha got: “Kesek saxlem jî, di vê pergalê de nexweş dikeve. Heta tedawiya wî jî lê kirin îşkence. Êdî derûniya wî nebaş bûye. Yek ji nexweşiyên herî mezin jî eve. Hevalên wî jî ne li gel wî ne. Ev jî tirsa me zêde dike. Li girtîgehê çi diqewime em nizanin. Niha birine nexweşxanê. Ji bo ku dilê me rehet bibe, divê agahiyên zelal bidin me û parêzerên wî.”   MA / Ceylan Şahînlî