Greva birçîbûnê ket roja 290'î 2021-09-12 11:30:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li girtîgehan gihîşt 290 rojî. Duh ji bo bidawîkirina çalakiyê bang hatibû kirin.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, li girtîgehan berdewam dike gihîşt 290 rojî. Grevê di 27'ê Mijdara 2020'an de bi awayekî bêdem û bidorveger hatibû destpêkirin û her kom 5 rojan di grevê de dima. Di 14'ê Tîrmehê de rojên grevê ji 5'an derketin 15 rojan. Di salvegera Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê de grev bi koma 51'emîn gihîşt 290 rojî.    Ji bilî girtîgehan li Wargeha Mexmûrê ya Iraqê û li Wargeha Lavrîoyê ya Yewnanistanê jî çalakiyên greva birçûnê hatin destpêkirin. Greva li Mexmûrê di 18'ê kanûna 2020'an de dest pê kir û di roja 269 rojan de didome. Greva li Yewnanisanê jî di roja 252'an de didome.    Derbarê çalakiya ku gihîşt 290 rojî de duh Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê bang li girtiyan kiribû û ji wan xwestibû ku çalakiya xwe êdî bi dawî bikin.