Bi hinceta 'berzkirina dûrişmeyê' ceza li Tûncel û Akdenîz hat birîn 2021-09-12 12:10:53 ENQERE - Bi hinceta "berzkirina dûrişmeyê" mehek cezayê dîsîplînê li Sabahat Tûncel û Sîbel Akdenîz ku li Girtîgeha Sîncanê tên girtin, hat birîn.     Hat hînbûn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, cezayê dîsîplînê li Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sabahat Tûncel û Sîbel Akdenîz a ji ber Doza Kobanê girtî ye hatiye birîn. Tûncel, di 9'ê tebaxê de ji parêzerên xwe re ragihandibû ku tundî li wan tê kirin. Rêveberiya Girtîgeha Sîncanê, bi hinceta "Bêyî ku hewce bike xwendina sîrûdê û berzkirina dûrişmeyê" derbarê Tûncel û Akdenîz de ku tundî li wan hatibû kirin lêpirsîn da destpêkirin. Lîjneya Dîsîplînê ya Girtîgehê, îfadeyên Tûncel û Akdenîz girt û mehek cezayê "qebûlkirina serdanan, sînordarkirina amûrên ragihandinê û agahî girtinê" li wan birî. Hat hînbûn ku di 24'ê tebaxê biryar ji Tûncel û Akdenîz re hatiye ragihandin.