Leşkerekî jiyana xwe ji dest da 2021-09-12 13:06:38   ŞIRNEX - Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê de leşkerekî jiyana xwe ji dest da.    Êrişa ku Tirkiyeyê di 23'ê nisanê de li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê dabû destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya êrişê de leşkerê bi navê Omer Farûk Erdem ê Fermandariya 5'emîn Alaya Komando ya Qilebanê ku birîndar bûbû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ku lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.