Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kir 2021-09-12 15:10:42   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên şer ên Artêşa Tirk Şêladizê bombebaran kirin.   Êrişên hewayî yên Artêşa Tirk ên li Herêma Kurdistanê didomin. Li gorî nûçeyeke ku Rojnews’ê derbas kir, balafirên şer ên Artêşa Tirk, çiyayê Kurejaro yê ser bi bajaroka Şêladiz a girêdayî Duhokê bombebaran kirin. Nayê zanîn ku di encama bombebaranê de ziyanek çêbûye yan na. Her wiha liv û tevgera balafiran a li herêmê didome.