41'emîn salvegera Darbeya 12'ê Îlonê: Zilm jî berxwedan jî didome 2021-09-12 15:44:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku li Stenbol û Enqerê hatin lidarxistin de hat destnîşankirin ku zihniyeta 12'ê Îlonê hê jî di meriyetê de ye û ev tişt hat gotin: "Daxwazên azadiyê yên ku di 12'ê Îlonê de nehatin tepisandin hê jî didomin. Ji bo vê divê em tev bi hev re van dengê daxwaza azadiyê bilindtir bikin."   Di 41'emîn salvegera wê de Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê li Stenbol û Enqerê hat şermezarkirin.    STENBOL    Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li ber Radyoya TRT'ê ji bo salvegera 12'ê Îlonê daxuyaniyek da çapameniyê. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "12'ê Îlonê 42 sal in didome, ne darbe ne jî dîktarorî bi awayekî lezgîn demokrasî" hat vekirin. Di daxuyaniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, diyar kir ku Destûra Bingehîn û saziyên darbeyê hê di meriyetê de ne û AKP ji vê sûd girtiye û her ku çiye otorîtertir bûye. Yolerî, da zanîn ku ji bo pêşîgirtina vê rewşê divê saziyên darbeyê bên girtin, darbekar bên cezakirin, azadî bên berfirehtirkirin û Destûreke Bingehîn a nû bê amadekirin.    Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   LI HEVRAZA KAZANCIYÊ ÇALAKÎ   Hewldana 78'an jî derbarê salvegera darbeyê de li Hevrazê Kazanci ê Taksîmê daxuyanî da çapameniyê. Di daxuyaniya ku pankarta "Ji bo ku em darbe li ser darbeyê nexwin em ji darbekaran hesab bipirsin" hat vekirin de dovîzên "Ji darbeyan re na" û "Demokrasiya bêqeyûm" hain hilgirtin. Nûnerên partiyên siyasî û gelek rêxistinên sivîl jî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de li ser navê hewldanê Osman Zorba axivî û diayr kir ku zihniyet û saziyên darbeyê hê jî aktîf in û pergala yekzilamî li ser vê bingehê hatiye avakirin.   Piştî axaftinê ji bo qurbaniyên darbeyê rêz hat girtin.    ENQERE    Li Enqerê jî Federasyona 78'ên Şoreşger, li pêş Navenda Hunerên Hemdem a Dogan Taşdelenê (ÇSM) daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Mûrat Çepnî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de timik dûrişmeya "Li dijî darbeyê mil bi mil" hat berzkirin. Di daxuyaniyê de rêvebera federasyonê Fusûn Esenturk axivî. Esenturk, diyar kir ku dîktatoriya tifaqa sermiyan-mîlîtarîzm-tarîqetê ya 12'ê Îlonê li welat serwer e û binpêkirinên mafan mîna 12'ê Îlonê didomin.    Parlamenterên HDP'ê Mûsa Pîroglû û Mûrat Çepnî jî axaftin kirin û di axaftinên xwe bal kişandin ser pêkanînê desthilatê AKP'ê yên zihniyeta darbeya 12'ê Îlonê û banga têkoşînê kirin.