Li Pîranê piştî operasyonê agir bi daristanê ket 2021-09-12 19:37:41 AMED - Li çoltera gundê Pirajman a girêdayî navçeya Pîran a Amedê, piştî operasyona eskerî agir bi daristanê ket. Ji 4 kesên di operasyonê de hatin binçavkirin, 2 jê serbest hatin berdan.    Herêmên Birîv û Meyako yên çoltera gundê Pirajman a girêdayî navçeya Pîranê ya Amedê, di 9’ê Îlonê de roja Pencşemê, operasyona eskerî hat destpêkirin. Hat hînbûn ku operasyona sê rojan dewam kiriye. Nehat zanîn ku di şerê derket de kuştî û birîndar hene yan na.   Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, eskeran bi ser gundê Pirajman de girtine û 4 kes binçav kirin e. Eskeran bi Husnu Yûrtserver, hevjîna wî Ayşe Yûrtsever û xizmekê wan re 1 kesek din binçav kirin.   Husnu Yûrtsever û zilamekî navê wî nehat zanîn dûre serbest hatin berdan. Hat hînbûn ku Ayşe Yûrtsever û jineke din a hatin binçavkirin, hîna dibin çavan de ne.   Li aliyê din, hat destnîşan kirin ku herêma ku lê şer derket, ji aliyê helîkopteran ve hatiye bombebaran kirin û piştî bombebaranê şewat derketiye. Hat diyarkirin ku gundiyan xwestine şewatê vemirinîn, lê eskeran destûr nedaya wan û her ku diçe şewat li herêmê belav dibe.