Malbata ku li ser deriyê wan ‘Kurdê elewî bicihime’ hat nivîsandin bi fikar e 2021-09-13 09:00:05 MÊRSÎN - Kes an jî kesên ku li ser deriyê malbata Arici li Mêrsînê dimîne nivîsandina "Kurdê elewî bicihime” nehat tespîtkirin. Malbatê got ew xwe bi ewle nabînin û ji bo zarokên xwe bi fikar in.  Kes an jî kesên ku li ser deriyê mala malbata Arici, ku elewiyên kurd in û li Taxa Menteş a navçeya Yenîşehîr a Mêrsînê dijî, di 11’ê îlonê de, "Kurdên elewî bicihime” nivîsek nîjadperestî nivîsandin nehatin tespîtkirin. Piştî ku malbatê nivîsa li ser deriyê xwe ferq kir û rewş ji polêsan re vegot, tîmên girêdayî Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê qeydên kamerayê li dora avahiyê kom kirin. Li gorî agahiyên ku polîsan dane malbatê, kes an kesên ku nivîsa nîjadperest nivîsandine di  dîmenên hatine lêkolîn kirin de nehatine tespîtkirin.    Malbat ji ber nivîsa nijadperest bi tirs in û fikarên wan hene û dixwazin li tavilê faîl werin dîtin.    WEK 'FAŞÎZMÊ' PÊNASE KIR    Malbata ku li gundê Çopru yê navçeya Çelîxan a Adiyamanê dijiya, piştî ku di 1993'yan de neçar man koçî Meletiyê bikin di sala 2016'an de jî li Mêrsînê bi cih bûn. Engin Arici diyar kir ku ew 3 sal in li daîreya ku lê dimînin paqijkeriyê dike, bûyera ku rûbirû mane wekî "faşîzm" pênase kir û got: "Em li Kerbela, Mereş, Çorumê hatin qetilkirin. Êdî bes e. Pir xemgîn e ku meriv di sedsala 21’an de bi tiştek wiha re rûbirû dimîne. Rastiya ku deriyên kurd û elewiyan hin jî îşaret dike û malbata Dedeogullari li Konyayê qetil dike mervi xemgîn dike.”    Hevjîna wî Derya Arici jî anî ziman ku kêliya wê ewilî nivîsê dîtiye tirsiya ye.    JI BO ZAROKÊN XWE BI FIKAR E    Arici diyar kir ku bi vê tirsê re zarokên wê hatin ber çavên wê û got: “Dijminatî û kîna me bi kesî re tune. Heke ji hêla wan ve hebe, em nizanin. Lê ez pir tirsiyam. Ne ez û ne jî hevjînê min bi şev nikaribûn razên, em bi dengekî herî kêm jî ditirsiyan. Ez bi şev radibim û li zarokên xwe digerim. Ez dizanim ew li ba min in lê dîsa jî ez bi fikar im.”    ‘BILA BERPIRSIYAR WERIN GIRTIN’    Arici diyar kir ku mirov bi vê fikar û tirsê pir hindik xwe di ewlehiyê de hîs dikin û wiha got: "Ez wekî jinek, wekî dayikek, ez xwe bi ewle hîs nakim. Ez vê êrişê şermezar dikim. Çawa ku em ji yên din re rêz digirin, ez hêvî dikim ku yên din jî ji me re rêz bigirin. Em dixwazin li tavilê berpirsiyar werin girtin.”   MA / Esra Solîn Dal