Li Medreseya Zincîriye girtina wêne û lixwekirina cilan hatin sînordarkirin 2021-09-13 10:06:25 MÊRDÎN - Li Medreseya Zinciriye ya dîrokî ku dewrî Weqfa Yekîtiyê (Birlik Vakfı) hatiye kirin, sînordarkirina "pozê nelirê" û "kincan" hat danîn.  Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, Medreseya Zincîriye ya dîrokî ku temenê wî 600 salî û girêdayî Midûriyeta Weqfan a Herêmî ye dewrî Weqfa Yekîtiyê (Birlik Vakfı) ku ji aliyê Serokê Meclîsê yê AKP’yî yê berê ve Îsmaîl Kahraman ve di meha çile de hat avakirin kirin. Demek dirêj e Medrese girtî ye. Tenê destûra hin kesan dihat dayîn ku bikevin Medreseyê. Piştî demekê, Nûnertiya Weqfa Yekîtiyê ya Mêrdînê, bi serokatiya Şeyhmus Agirakçe yê pismamê rektorê berê yê Zanîngeha Artukluyê Ahmet Agirakçe, veguhest Medreseyê.    KETIN BI PEREYAN E    Dema hewşa medreseyê, ku rojên berê ji mêvanan re hatibû vekirin, veguherî qehwexane, qadên ku ban û hewza zindî ya li derveyî mizgeftê bi heq kirin. Ji ber beşên bi ku hatin bi heqkirin (ketin abi pere) beşek diyarkirî ya hewşê jî hat dorpêçkirin.   ASTENGKIRINA WÊNEYAN Û CILAN    Li ser girtina wêneyên li Medreseyê û ketina beşa mescîdê jî gelek sînor hatin danîn. Li gorî agahiyên ku ji wezîfedarên ewlehiya medreseyê hatin wergirtin, girtina wêneyên ku ji hêla rêveberiya weqfê ve li hundur û li ser banê medreseyê wekî "pozên nelirê" hatine destnîşankirin dê were astengkirin. Kesên ku cil û bergên wan ne "guncaw" in û kincên kin li xwe dikin, dê serdana beşa mescidê nekin û nikaribin wêneyan bigirin.