Li Çiyayê Cûdî darên behîv û kezwanan tên birîn 2021-09-13 10:45:33 ŞIRNEX - Li herêma Têkeva ya li gundê Gundikê Remo yê li Çiyayê Cûdî, cerdevanan dest bi birîna darên sedsalî yên wekî behîv û kezwanan kirin. Li herêma Çiyayê Cûdî ya Şirnexê nêzî 2 salan e talankirina daran didome. Ev talan û birîna daran bi destê cerdevanan bênavber berdewam dike. Piştî birîna daran a li herêma Besta û Çiyayê Çilnimêja ku li Çiyayê Cûdî jî dest pê kir, bênavber didome. Ji bo çêkirina qereqol û kalekol dar tên birîn. Birîna daran li devera Têkeva ya bi ser Gundikê Remo ve didome. Darên kevnar ên behîv, kezwan û guvîjan tên birîn. Darên tên birîn di heman demê de li heman cihî tên hişkkirin. Gundiyan têkildarî vê talankirina daran diyar kir ku dar bi destê cerdevanên ji Bajarokê Sêgirka Qilebanê tînin tên birîn. Gundiyan destnîşan kir ku oksîjena wan bi destê cerdevan û leşkeran tên birîn û darên tên birîn kevnar in û banga rawestandina birîna daran kirin.