Du lêpirsînên din derbarê qeyûmên berê yê Mêrdînê Yaman de hatin destpêkirin 2021-09-14 09:02:55   MÊRDÎN - Qeyûmê berê yê Mêrdînê Mûstafa Yaman jî di nav de derbarê 72 kesan de ji ber nelirêtiya 540 milyon TL'yî du lêpirsînên cuda hatin destpêkirin.    Walî Mûstafa Yaman ku di sala 2016 û 2019'an de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve du caran weke qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû kirin, careke din bi nelirêtiyan hat rojevê. Qeyûm Yaman ku rexmî nelirêtiyên xwe jî demeke dirêj li ser peywirê hat hiştin, di 10'ê Hezîrana 2020'an de ji  aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hat girtin û ji bo navendê hat kişandin. Dema ku Yaman ji Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat vekişandin milyar û 180 milyon TL deyn li pey xwe hişt. Mahmût Demîrtaş weke qeyûm tayînî şûna Yaman hat kirin.    NELIRÊTIYA DI 36 ÎHALEYAN DE   Piştî ku Yaman ji peywirê hat girtin derbarê wî de 5 lêpirsînên cuda hatin destpêkirin û doz hat vekirin. Di encama lêkolînên ku hatin kirin de derket holê ku ji ber nelirêtiyên bi 100 milyonan derbarê Yaman de du lêpirsînên din jî hatine destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînên ku Wezareta Karên Hundir destûr daye de dema ku şaredarî ji aliyê Yaman ve hatiye birêvebirin di 36 îhaleyên ku ji aliyê Serokatiya Koordînasyona Şopandina Razemeniyê (YÎKOB) VE hatine kirin de nelirêtî hatiye kirin.    ÎHALEYA 540 MILYONÎ   Li gorî tespîtên serperiştan kiriye; dema qeyûm de di 36 îhaleyên cuda yên bihayê wan 539 milyon û 738 hezar û 587 TL'yî de nelirêtî hatiye kirin. Ji bo karên ku nehatine kirin jî pere hatiye razandin, amûrên ku nehatine kirîn weke hatine kirîn hatine nîşandan, rêyên ku nehatine çêkirin weke hatine çêkirin hatine nîşandan, avahiyên heyî weke ku nû hatibin çêkirin hatine nîşandan, ji bo fîrmaya pereyê zêde hatiye razandin. Ji bo fîrmayan 98 milyon û 261 hezar û 842 TL pere zêde hatiye razandin.    YAMAN DI SERÊ LÎSTEYÊ DE YE   Di encama tespîtên ku hatine kirin de ji 15'ê adarê ve Wezareta Karên Hundir ji bo nelirêtiyê 15 îhaleyan derbarê 55 kesan de destûra lêpirsînê daye. Di 17'ê adarê de jî ji bo nelirêtiya 21 îhaleyan derbarê 33 kesan de destûra lêpirsînê hat dayîn. Di her du lêpirsînan de navê 72 kesan derbas dibe û navê qeyûm Yaman di serê lîsteyê de ye. Ji bilî Yaman navê Serokê Daîreya Rêyên Bejahî Sînan Yildirim, Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê Fusûn Karaboga, Mûstafa Alp û Erhan Hekîmoglû ku navê wan di nûçeyên Ajansa Mezopotamyayê (MA) beriya niha derbarê nelirêtiyên şaredariye derbas kiribûn de derbas dibûn jî hene.    NAVÊ LÊPIRSÎNA RÊYÊN BEJAHÎ   Navê 55 kesên ku ji ber nêlirêtiya di îhaleyên Serokatıya Daîreya Rêyên Bejahî de kirin û derbarê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin wiha ne: "Mûstafa Yaman (Qeyûm/Walî), Sînan Yildirim (Serokê Daîreya Rêyên Bejahî), Fusûn Karaboga (Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê), Mesût Agrakçe (Wekîlê Serokê Daîreya Karên Fenê), Servet Abdan (Wekîlê Serokê Daîreya Karên Fenê), Abdûlvahap Yılmaz (Wekîlê Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê, Mûstafa Alp (Wekîlê Midurê Şaxê) Cuneyt Demîrel (Wekîlê Midurê Şaxa Tamîr û Sererastkirinê), Mûstafa Tarhan (Wekîlê Midurê Şaxên Rêyên Bajar), Bakî Kardaş (Wekîlê Midurê Şaxê), Abdûllah Kîno (Wekîlê Midurê Şaxê), Mûslûh Akinci (Midurê Şaxê), Selîm Bodûr (Wekîlê Midurê Şaxa Temîr û Sererastkirinê), Kûtbettin Yavûz (Wekîlê Midurê Şaxa Bermehiyên Hişk), Davût Bûgdayci (Wekîlê Midurê Şaxa Paqijiya Hawirdorê).    Personekên teknîkê; Rojîn Y., Îbrahîm Halîl A. Mehmet A., Fatma S. T., Ersîn B., Dara H.G., Elîf S., Omer Farûk A., Ahmet S. Î., Mûrat T., Onûr Y., Delal T.O., Alî G., Abdûllah D., Merve Dîdem A., Bayram A., Farûk K., Zehra A., Ferman A., Umran B., Mûhammed B., Mejlûm A., Bîrcan M., Faysal G., Mîzgîn Y., Omer G., Emre E., Hayrûllah D., Osman A., Guner A., Sînan D.E., Edîp A., Sefa M., Eyup E., Veysî D., Mehmet Can D., Onur E., Serhat B., Engîn K. û Seher E.”   NAVÊN LÊPIRSÎNA HAWIRDORÊ   Di lêpirsîna ku derbarê îhaleyên Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê de hat vekirin de jî ev nav hatine rêzkirin: "Mûstafa Yaman (Qeyûm/Walî), Fusûn Karaboga (Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê),  Erhan Hakîoglû (Wekîlê Seroka Daîreya Kontrol û Parastinê ya Hawirdorê) Abdûlvahap Yilmaz (Wekîlê Midurê Şaxa Parq û Baxçeyan), Îsmet Şakîr (Wekîlê Midurê Şaxa Parq û Baxçeyan), Umît Polat (Wekîlê Midurê Şaxa Qadên Şîn û Erdê Şaxan).    Personekên teknîkê; Arzû E. Elîf S. Ayşe A.B., Zehra A., Bakî K., Mehmet A., M. Emîn K. Fatma S.T., Suleyman Y. Bayram A., Davût B., Farûk K., Gulbîn T.O., Umran B., Mûhammed B. Omer Farûk A., Engîn K., Hasan K., Selahattîn A., Merve Y., Tûba C.A., Kûtbettîn Y., Fesîh Ç., Abdûllah K., Umran Ç., Îzzettîn A. ve Îbrahîm Halîl S.”    MA / Ahmet Kanbal