Doza Rojbîn Çetîn hat taloqkirin 2021-09-14 14:51:10 WAN - Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn a bi îşkenceyan kuçikan re rûbirû mabû derket pêşberî dadger û dewama girtina wê hat dayîn.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Çetîn di 7’ê tîrmehê de li Amedê hatibû girtin. Wextê ku polîsan ew binçav kiribû, bi kuçikan îşkence lê kiribûn. Çetîn a girtî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” tê darizandin di danişîna 5’emîn de jî li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê derket pêşberî dadger. Parêzer, malbat û gelek kes beşdarî danişînê bûn. Çetîn ji Girtîgeha Amedê ya Jinan a Tîpa E bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû û parastina xwe bi kurmancî kir.    ‘MIN XEBATÊN LEGAL KIRIYE’    Çetîn di parastina xwe de destnîşan kir ku ew ji ber sedemên siyasî girtî ye û ew aktîvîstek jin, siyasetmedar û parêzvana mafê mirovan e û xebatên wê bi rê ve biriye hemû legal in û xwest were beraetkirin. Parêzera wê Ekîn Yeter jî xwest miwekîla wê were berdan.    Şandeya dadgehê bi hincetên ku “gumana revê heye”, guhdariya şahidan û kêmasiyên di dosyeyê de werin temamkirin dewama girtina Çetîn da û danişînek din taloqî 30’yê mijdarê kir.