DMME’yê derbarê Bakirhan de biryara binpêkirinê da 2021-09-14 15:29:11 ENQERE - DMME’yê derbarê Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan de ku hevşaredarê Sêrtê bû girtî hat darizandin, biryara binpêkirinê da.  Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tuncer Bakirhan di serdema ku Hevşaredarê Sêrtê bû ji ber axaftinên kiribû hatibû girtin û darizandin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê serlêdana Tuncer Bakirhan de biryara binpêkirinê da. DMME’yê cezayê 10 sal û 10 meh li Bakirhan hatiye birîn wek “binpêkirina îfadeya ramanê” nirxand. DMME’yê xwest Tirkiye ji bo tazmînata manevî 10 hezar Euro û ji bo lêçûyînan jî 3 hezar Euro were razîne.