DYA: Em piştgiriyê didin diyaloga navbera kurdên Rojava 2021-09-15 08:38:50 NAVENDA NÛÇEYAN - Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyê piştgiriya xwe ya ji bo diyaloga di navbera kurdên li Rojavayê Kurdistanê de dubare kir û bang li hemû aliyan kir ku bi hev re tevbigerin. Balyozxaneya Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) li Sûriyê derbarê hevdîtinên di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku DYA piştgiriyê dide diyaloga di navbera partiyên kurdî de pêş ketiye.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Asyayê Joey Hood di hevdîtina xwe ya bi ENKS û serkirdeyên Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd de piştgiriya xwe ji diyaloga di navbera kurdan re dubare kir. Hood bang li hemû aliyan kir ku bi hev re tevbigerin da ku ji pirsgirêkên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin re çareseriyên hevpar bibînin.