Apê Nemir: Kobanê ji Erdogan re bû derd 2021-09-15 09:00:11 KOBANÊ - Yek ji navên remza berxwedana Kobanê Apê Nemir, diyar kir ku gefên li ser bajar hê jî didomin û ev tişt got: "Erdogan dibêje, 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bi serkevin. Ez ê bi destekî xwe jî li ber xwe bidim." Şerê navxweyî yê Sûriyeyê di sala 2011'an de dest pê kir. Piştî ku vî şerê dest pê kir DAIŞ ji aliyê qadroyên El Qaîdeyê ve hat damezrandin. DAIŞ'ê di serî de Reqa gelek bajar bi dest xist. Piştî vê pêşveçûna xwe di 15'ê îlona 2014'an de berê xwe da bajarê Kobanê ku di bin kontrola kurdan de bû. DAIŞ bi çek û cebilxaneya ku ji artêşên Iraq û Sûriye bi dest xistibûn ji milan ve êriş biribû ser Kobanê. Li Kobanê DAIŞ, li berxwedana dîroka ya şervanên YPG û YPJ'ê eliqîbû. Gundê Serzûrî yê li eniya rojhilatê Kobanê yek nuqteyeke berxwedanê bû. Rexmî fermana "paşve bikişin" jî 12 şervanên YPG-YPJ'ê venekişiyan li dikî DAIŞ'iyan berxwedaneke mezin nîşan dan.   BERXWEDAN LI NAVENDÊ BELAV BÛ   Berxwedana ku li gundan bi çekên sivik dihat dayîn di nav demeke kurt de belavî nav bajar bû. Bi pêşengiya şervanên YPG-YPJ'ê mal bi mal, kuçe bi kuçe û tax bi tax berxwedan hat mezinkirin û tevahiya erdnîgagiya kurdan kir bin bandora xwe. Ji bajarên herêmê gel herikî ser sînor bi şev û roj li ser sînorê Kobanê nobet girtin. Cihên ku gel lê dest bi nobetan kir jî bûn qadên berxwedanê. Helwest hevpar a kurdan a li dijî êrişê bû pêvajoya destpêkirina yekitiya neteweyî ya kurdan.    KELEHA BERXWEDANÊ   Berxwedana Kobanê ne tenê li erdnîgariya kurdan li seranserê dinyayê deng veda. Şoreşgerên ku li çar aliyên dinyayê hatin Kobanê di eniyê şer de cihên xwe girtin. Ev jî rengekî din da berxwedana li dijî DAIŞ'ê. Ev di heman demê de bû sedem ku gelên dinyayê berê xwe bidin Kobanê. Berxwedana ku ji 7 saliyan heta 70 saliyan herkes têde cih girt bi serket û ev bû destpêka dawiya DAIŞ'ê. Berxwedana Kobanê jî weke keleha berxwedanê di hişê mirovan de cih girt.      APÊ NEMİR   Apê Nemir (Xelil Osman) ê 73 salî ku bi şervanên YPG-YPJ'ê re li dijî DAIŞ'ê mil bi mil şer kir, bû yek remzên vê berxwedanê. Apê Nemir, ligel temenê xwe mezin jî terka şer nekir û di eniyê bejahiyê de ji milê xwe yê çepê birîndar bû. Apê Nemîr ku di heman demê de kur û xizmên wî jî li eniyên cuda li ber xwe didan piştî şer di avakirina bajar de jî cih girt. Apê Nemir, berxwedana ku 7 sal di ser re derbas bûn ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. Apê Nemir, da zanîn ku gelek kesên ku bi wan re mil bi mil di parastina şoreşê de cih girtiye jiyana xwe ji dest dane.    HEMAN SEKN Û HEMAN BIRYARÎ   Apê Nemir, serkeftina berxwedana Kobanê ji bo kurdan destkeftiyeke mezin e û wiha got: "Divê ev rih bê domandin. Divê ev rih bibe sedema azadkirina Efrîn, Serêkaniyê û Grê Spî ku di bin kontrola komên paramîllîter ên girêdayî Tirkiyeyê de ne. Di pêvajoya berxwedanê de bedelên gele giran hatin dayîn. Dema ku ez bîranînên xwe yên di eniyên şer de vedibêjim heman kelecanê dijîm. Dema ez birîndarên ku min û wan bi hev re şer kiriye dibînim diçim wan rojan. Me timik digot, 'Em dev ji Kobanê bernadin'. Em niha jî di heman biryarî û seknê de ne."   'EZ Ê BI DETEKÎ DÎSA ŞER BIKIM'   Di berdewamê de Apê Nemir, bal kişand ser êrişên Tirkiyeyê û got ku Kobanê hê jî di bin talûkê de ye. Apê Nemir, bi lêv kir ku divê dezenformasyona ku li ser medya sanal tê kirin neyê bawerkirin û ev tişt anîn ziman: "Erdogan, 10 sal in dibêje, 'ez ê bikevim Kobanê'. Kobanê ji wî re bûye derd. Em ê dîsa bis serkevin. Destekî min çûye, bi destekî ez ê dîsa çekê hilbigirim û li ber xwe bidim. Divê em bibin yek. Li her parçeyên Kurdistanê jî divê wiha be. Dema ku wiha be wê kes li dijî kurdan bi sernekeve. Kobanê hemû Kurdistanê silav dike."   MA / Nazim Daştan