Gundê 150 mal bêav ma 2021-09-15 09:04:19 ÇEWLIG - Li Çewligê gundê Karaweliyan ê 150 mal bi pirsgirêka avê re rûbirû maye. Gundî dibêjin ku rojê tenê saetek ava wan tê û li benda çareserkirina pirsgirêkê ne.  Li gundê Karaweliyan ê 150 mal ê girêdayî navenda Çewlikê bêav e. Gundê ku her çar aliyê wî çiya ne li robarê Karaweliyan hatiye avakirin. Ji ber kesên ku wextê çûne derveyî welat û bajarên mezin vedigerin di salên dawîn de gelheya gund zêde dibe. Piraniya gundiyan bi sewalkariyê debara xwe dikin û pirsgirêka wan a av, rê û çopê heye. Gundî dibêjin ku çavkaniya avê ya ava gundê wan jê tê li ber ziwabûnê ye û ronê tenê saetek av tê. Gundî, diyar dikin ku her sal ji bo derbaskirina avê her sal serî li rayedaran didin lê rayedara li hemberî pirsgirêka wan bêdeng dimînin.    ROJÊ SAETTEK AV TÊ   Sûltan Çakabey, diyar kir ku nêzî 20 salan e li gund pirsgirêka avê heye û ava heyî têra gund nake û wiha got: "Komên Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) yên ji Çewlikê hatine gund tenê bîreke sondaja kolane û bêyî ku pirsgirêkê çareser bikin ji gund çûne. Avê dernexistin. Dewlet bi pirsgirêkên gund re mijûl nabe. Rojê tenê saetek av tê. Ji ber pirsgirêka avê gundî car caran bi hev dikevin."   ZAROK DI ROBARÊ DE TÊN ŞÛŞTIN   Zarîfe Çakabey, diyar kir ku dewlet tu carî ji bo pirsgirêka avê ya gundê wan çareseriyê nedîtiye û ji ber bêaviyê zilam û zarok xwe di robar de dişon. Çakabey, destnîşan kir ku nikarin cilşoyên xwe jî bişon û ava ku saetek tê jî ne paqij e. Çakabey, ev pirs kirin: "Zarokên me carnan nexweş dikevin. Dema em wan dibin nexweşxaneyê bijîjk dibêjin ji ber avê nexweş ketine. Divê ji vir e çareseriyek bê dîtin. Wê ev pirsgirê heta kîngê bidome?"   Nûr Çakmak jî bi lêv kir ku li gundê wan tenê ne pisgirêka avê pirsgirêka rê û çopê jî heye û got ku ew jî xizmeta ku li gundên tên kirin dixwazin.    PIRSGIRÊKA QENELÎZASYONÊ   Besriye Çakabey jî da zanîn ku rêyên gundê wan xerabe ne û ji bo gundê wan tu xizmet nayê kirin û li gundê wan pirsgirêka qenelîzasyonê jî heye û wiha got: "Bîrên ku em ji bo qenelîzasyonê dikolin dem deman têje dibin û ava wan davêje derve." Pirsgirêk bi jimartinê naqedin."   Balî Çîçek jî ji ber pirsgirêka avê ev tişt got: "Ji bo baxçeyê xwe 2 meh in ji Çewlikê hatime. Baxçe hişk bû û çû."   AVA ROBAR DIKEVE NAV AVA KANIYÊ   Mehmet Çakabey jî bi lêv kir ku ava kaniya ku tê gund bi qasî 7 kîlometreyan dûrî gund e û ava robar dikeve nav ava kaniyê û ev tişt gotin: "Ji cihê ku sewal lê av vedixwin av tê. Wê avê hem sewal vedixwin hem jî mirov vedixwin. Ev rastiyeke. Ji bo pirsgirêka avê me gelek caran serlêdan kir lê kes nehat. Pirsgirêka me pirgirêke lezgîn e ku divê demildest bê çareserkirin."   MA / Cengîz Ozbasar