Li Enqereyê 11 endam û rêveberên ESP’ê hatin berdan 2021-09-15 09:48:19   ENQERE – Di çarçoveya lêpirsîna li ser ESP’ê de 11 kesên hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) lêpirsîn dabû destpêkirin. Roja 10’ê îlonê di çarçoveya vê lêpirsînê de 18 endam û rêveberên ESP’ê bi îdiayên “endamên rêxistinê ne” û “propaganda rêxistinê kirine” hatibûn binçavkirin. Ji van 18 kesan duh 11 kesan sewqî Edliyeya Enqereyê kirin.    Dozger bêyî îfadeya 11 kesan bigire bi daxwaza girtinê sewqî cem dadger kir. Dadger îfadeyan wergirt û her 11 kes serbest berda.     Tê payîn ew her 7 kesên di binçavan de îro sewqî edliyeyê werin kirin.