Ji rêveberê MEBYA-DER’ê Olçen re ceza hat xwestin 2021-09-15 12:50:30 AMED - Di danişîna doza ewil ya rêveberê MEBYA-DER’ê Abdulazîz Olçen jê tê darizandin de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê jê re hat xwestin.  Danişîna ewil a doza rêvebera Komeleya Çand, Yekitî, Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyan Xizmên xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Abdulazîz Olçen ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Olçen û parêzerê wî Mûhîttîn Mûgûç li danişînê amade bûn.    ‘EM ALIKARIYA HERKESÊ DIKIN’   Olçen, di parastina xwe de diyar kir ku rêveberê komeleyê ye û ji ber 2 zarokên wî jiyana xwe ji dest dane bûye rêveberê MEBYA-DER’ê. Olçen, da zanîn ku ji malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest didin re alîkariya hiqûqî û mirovî dikin û bi lêv kir ku tu têkiliya komeleyê bi PKK’ê re nîne û alîkariya herkesê ku serî li komeleya wan didin, dikin.   Serdozgeriya Komarê ku mutaalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir, destnîşan kir ku Yasmîn Yalçin û Temûr Guzel ê ji Qanûna Poşmantiyê sûd wergirtin îdia kirine ku komele girêdayî PKK’ê ye û anî ziman ku di gelek çalakiyên komeleyê de axaftinên ku xwedî li Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan derketine hatine kirin.    JI OLÇEN RE CEZA XWEST   Dozger, diyar kir ku di lênûska qeydê ya komeleyê de navê Olçen jî heye û 120 lîre bexş kiriye û îdia kir ku hemû çalakiyên komeleyê daxilî hiyarşiya rêxistinê ne. Dozger xwest ku Olçen bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” were cezakirin.    Parêzerê Olçen, Mûhîttîn Mûgûç jî xwest ku îdiaya MEBYA-DER bi fermana PKK’ê hatiye avakirin were zelal kirin. Olçen, bi lêv kir ku malbatên ku zarokên wan di nav PKK’ê de ne zehmetiyê dikşînin ku xwe bigihînin cenazeyên zarokên xwe yên jiyana xwe ji dest didin û wiha got: “Muwekîlê min jî ev pirsgirêk jiya. Ev komele ji bo pirsgirêkên tên jiyîn çareser bikin hatiye avakirin. Ji bo teyîdkirina vê em dixwazin nivîs ji Fermandariya Cendermeyan a Amedê û Serdozgeriya Komarê ya Amedê re nivîs were nivîsandin ku têkildarî cenaze teslîmî malbata hatine kirin an ne agahiyê bidin.”     Mûgûç, xwest ku bergiriyên kontrola edlî yên derbarê muwekîlê wî de werin rakirin, di hizûra dadgehê de pirsan ji şahidan Yasmîn Yalçin û Temûr Guzel bipirsin. Mûgûç, ji bo ku li dijî mutalayê parastinê bike jî dem xwest.    DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN   Dadgeha ku daxwaza dem qebûl kir, bergiriya şerta kontrola edlî ya avêtina îmzeyê rakir û biryar da ku di danişîneke din de nirxandina daxwaza guhdarkirina şahidan bê kirin û danişîn taloqî 14’ê cotmehê kir.