Malbata Şenyaşar di roja 191’emîn de jî li pêş edliyeyê ye 2021-09-15 13:00:41 RIHA - Malbata Şenyaşar a 191 roje li pêş Edliyeya Rihayê ‘Nobeta Edaletê’ digire ev peyam parve kir: “Pergala bêedalet, mehkumî ji holê rabûnê ye.” Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 191’emîn de didome. Di saetên serê sibê de Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît hatin “Li Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin rûniştin û bi dowiza “Em tenê edaletê dixwazin” dest bi nobetê kirin.    Malbatê têkildarî çalakiya xwe ya îro li ser hesabê xwe yê medya sanal ev peyam parve kir: “Mixabin hêza me ya tena serê xwe li pêş edliyeyê vê bêedaletiyê asteng bikin nîne. Ev bêedaletiye di kesayeta dayikê de belavî civakê dibe. Wezareta Dadê tenê temaşe dike. Pergala bêedalet, mehkumî ji holê rabûnê ye.”