Polîsan nehiştin ku doktor rapora lêdanê bide 2021-09-15 16:10:13   ÇEWLIG - Hat diyarkirin ku polîsan astengkiriye ku li nexweşxaneyê bijîşk rapora lêdanê bidin Azad Gurdegîr  ê li Çewligê hatibû binçavkirin.    Duh esker û polîsan bi ser mala Ahmet Gurdegîr (34), Hatûn Gurdegîr (65) û Ertan Gurdegîr (45) ên li gundê Kadîmadrak ê girêdayê Çewligê dijîn de girtin. Di serdegirtinan de Ahmet Gurdegîr, Bermal Gurdegîr û Azad Gurdegîr hatibûn binçavkirin. Her sê kesên hatin binçavkirin, duh ji bo rapora tenduristiyê biribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê.    ‘DAYÎNA RAPORA LÊDANÊ ASTENG KIRIN’   Ayfer Gurdegîr a keça Hatûn Gurdegîr, diyar kir ku dema binçavkirinê de polîsan li biraziyê wê Azad Gurdegîr dane, serê wî şikestiye û wiha got: “Ji bo rapora tenduristiyê duh birin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewligê. Lê polîsan dayîna rapora lêdanê ya Azad asteng kirine.”   GILIYÊ POLÎSAN KIR   Ayfer Gurdegîr, da zanîn ku dema serdegirtinê de polîsan heqaret û tundî li wan kirine û xeber gotine wan. Gurdegîr, li Serdozgeriya Komarê ya Çewligê giliyê polîsan kir.    Her sê kesên hatibûn binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Çewligê tên ragirtin.