Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê hatin bloqekirin 2021-09-15 20:55:01   AGIRÎ – Miduriyeta Îcrayê ya Panosê, ji ber deynên dema Cem Afşîn Akbay ê AKP’î hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê ya HDP’î bloqe kir. Hesabên banqayê yên Şaredariya Panosê ya HDP’î, ji ber deynên dema Cem Afşîn Akbay ê AKP’î, ji aliyê Miduriyeta Îcrayê ya Panosê ve hatin bloqekirin. Şaredariyê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku hesabên wan ji ber deynên serdema beriya niha hatine bloqekirin û wê nikaribin deynê xwe yê esnafan razînin.  Hevşaredar Muşerref Geçer jî têkildarî mijarê axivî û ev tişt got: “Weke şaredarî dixwazin me û gel bînin dijberî hev. Ji ber bloqekirina hesaban gelek li navçeyê rawestiyan. Li navçeyê hemû wesayîtên ku bi sotemeniyê dixebitin ji ber sotemenî tunebû îro nexebitîn. Em e şaredariya HDP’ê ji armancên wan ên xerab re nehêlin. Em ê giliya Miduriyeta Îcrayê bikin.”