Midurê Giştî yê MARSÛ’yê ji peywirê hat girtin 2021-09-15 21:03:33   MÊRDÎN – Midurê Giştî yê MARSÛ’yê Abdusselam Altûnkaynak ji peywirê hat girtin.   Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku ji aliyê qeyûm ve hatiye dagirkirin, Midurê Giştî yê Îdareya Avê û Qenelîzasyonê ya Mêrdînê (MARSÛ) Abdusselam Altûnkaynak ji peywirê hat girtin. Derbarê ji peywirgirtina Altûnkaynak salek berê weke midur hatibû tayînkirin de daxuyanî nehat dayîn.   Hat ragihandin ku ji Miduriyeta Giştî ya Îdareya Avê û Qenelîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqerê kesek tayînî şûna Altûnkaynak hatiye kirin.